Oluç: Mûsa Orhan 'zaroyê baş' ê dewleta Tirk e

Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç li ser berdana leşkerê Tirk ê tecawizkar Mûsa Orhan got, ''Ew bi rengê 'zarokê baş' ê desthilat û dewletê karê xwe didomîne.''

Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç li Meclîsa Tirk derbarê rojevê axivî û bal kişande ser Îpek Er ku leşkerê Tirk Mûsa Orhan ku li Êlihê 20 rojan ew desteser kiribû, teciwiz lê kiribû û bûbû sedema kuştina wê.

Olûç li ser berdana leşkerê tecawizkar ê Tirk bal kişande ser gotina tecawizkar ku gotibû, ''Te dive gilihê min li her deverê bike, tiştek bi min naye'' û got, ''Bi rastî jî dewlet û desthilat wan diparêzin. Kê diparêzin? Ên ku êrîşê dibine ser Kurdan, ên tecawizkar diparêzin. Heke hûn Kurd bin, dibêjin, 'dadmendî ji bo we nîne.''

Olûç got, ''Kî Mûsa Orhan diparêze? Bi encama vê polîtîkaya cezanekariyê û parastinê hûn dixwazin bigihijin kûderê. Hevkarên sûc ê Mûsa Organ hene, kî ne? Çend Mûsa Organ hene ku bi polîtÎkaya cezanekirinê ya bi parastina desthilatê têne parastin? Çima daraz lê xwedî derketiye? Leşker û bûrokrasiya sivîl, darazê Mûsa Orhan parastine?''
Olûç her wiha got, ''Me careke dî dît ku li ser gelê Kurd ne êrîşeke ferdî, êrîşeke sîstematîk heye'' û domand, ''Ew weke 'zarokên baş' ên desthilat û dewletê karê xwe dikn. Daraza ku Mûsa Orhan berdayî rewşa darazê nîşan da. ''