ROJA 36'AN A BERXWEDANA EFRÎNÊ: BLOGA ZINDÎ

Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê di roja 36'an de ne. Bi taybet naçeya Cindirêsê û derdora wê tê bombeberan kirin. Li gelek eniyan şer giran e. Hûn dikarin rewşa dawî ya li Efrînê ji bloga me ya zindî bişopînin.

23:37

YPG’ê li Ezaz û Cindirêsê li artêşa Tirk xist

Şervanên YPG’ê, li bajokê Marî yê Ezazê li dijî komeke çete çalakiyek lidar xistin. Hat ragihandin ku di çalakiyê de gelek çete hatine kuştin.

Her wiha li herêma Cindirês a Efrînê jî, YPG’ê li dijî çeteyan çalakiyek lidar xist, hat diyarkirin ku dîmenên têkildarî çalakiyê wê piştre bi raya giştî re bê parvekirin.

23:35

Hat ragihandin ku li derdorî Cindirêsê çalakiyekî xurt li dijî artêşa Tirk a dagirker hate lidarxistin. Di çalakiyê de herî kêm 6 leşker û çete hatin kuştin, gelek çete jî birîndar bûn.

22:02

Di encama şerê dijwar ê navbera şervanên YPG’ê û artêşa Tirk û çeteyê wê ya li gundê Omera ya navçeya Şiyê de, artêşa Tirk û çeteyê wê têk çûn. Di şer de 35 leşkerên Tirk û çeteyê wê hatin kuştin, gelek leşker û çete birîndar bûn. Dîsa wesayîteke leşkerî hate rûxandin.

21:46

Şervanên YPG’ê li gundê Çeqela ya girêdayî navçeya Şiyê wesayîteke doşkaya 23,5 barkirî rûxand, 3 leşkerên Tirk û çete hatin kuştin.

19:54

Zarokekê jiyana xwe ji dest da, 7 sivîl jî birîndar bûn

Di êrîş û bomberdûmanên artêşa Tirk û çeteyê wê yên îro de li Efrînê zarokekê jiyana xwe ji dest da, 7 kes jî birîndar bûn. (ANHA)

19:15

Artêşa Tirk a dagirker bi balafiran êrîşî gundên navçeya Şera ya Efrînê kirin, dîsa gundên navçeya Cindirêsê jî topbaran dikin.

18:36

Artêşa Tirk bi çeteyên xwe ve bombeyan li gundê Kaniya Gawirka ya Cindirêsê dibarîne.

18:21

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya roja 36’an a berxwedana Efrînê eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku di şer de gelek leşker hatine kuştin, şer û bomberdûman li gelek eniyan bi hemû dijwariya xwe dewam dike.

 

18:02

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê nasnameya 11 şervanên xwe yên ku di ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê de şehîd bûbûn, eşkere kir.

 

17:40

Bi hezaran gelên ji herêma Cizîrê, Firatê, Minbic, Tebqa, Reqa û Dêra Zorê ku ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê berê xwe dane Efrînê, îro tevî gelê Efrînê daketin qadan û berxwedana şervanên YPG, YPJ û QSD`ê li dijî dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wê silav kirin.

 

16:26

Şerê li gundên Erebwêran û Omera yê Şerayê giran dom dike, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker jî vê navberê de bombeyan li ser gund dibarîne.

15:19

Artêşa Tirk hêzên girêdayî artêşa Sûriyeyê bombebaran kir

Hate ragihandin ku di êrîşa hewayî de ya ku artêşa Tirk a dagirker li navçeya Raco ya Efrînê li dijî hêzên girêdayî artêşa Sûriyeyê de pêk anî, mirî û birîndar hene.

 

14:54

Li gundê Omera yê navçeya Şera yê Efrînê şerekî giran heye û hate diyarkirin ku di vî şerî de gelek leşker û çete hatine kuştin.

Gundê Ereb Wêran ê Şerayê jî ji aliyê artêşa Tirk ve hate bomberdûmankirin. Êrîşên li ser gund didome.

Di heman demê de li derdora gundê Hecîlera yê Cindirêsê şerekî giran heye. Artêşa dagirker herêmê bomberdûman dike.

Gundê Kefersefrê yê Cindirêsê bi helîkopteran hatibû bomberdûmankirin.

14:38

Li derdora gundê Omera şer giran e

Li derdora gundê Omera yê navçeya Şerayê di navbera şervanên YPG/YPJ û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şerekî giran heye. Di şer de kuştî û birîndarên çeteyan hene.

Gundê Ereb Weran yê navçeya Şera jî ji aliyê artêşa Tirk ve hate bombekirin. Êrîşên li dijî gund didomin.

Li aliyê din li gundê Hecîlera û derdora wê jî di şerekî dijwar diqewime. Herêm ji aliyê hêzên dagirker ve tê bombebaran kirin.

Gundê Kefersefrê yê navçeya Cindirêsê jî bi helîkopteran hate xistin.

13:40

Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombeyan li navçeya Cindirêsê dibarîne..

13:05

Li Efrînê meşa li dijî dagirkeriyê didome. Piştî meşê wê li pêşiya Nexweşxaneya Dersimê mîtîng were lidarxistin.

 

13:04

Artêşa Tirk gundî dil girt û mayîn li dora wan bi cih kir

 

12:28

Artêşa Tirk zarokê 5 salî qetil kir

 

12:18

Meşa li dijî êrîşên dagirkeriyê ya li ser gelê Efrînê dest pê kir.

 

12:12

Gelê Minbicê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Efrînê û bombekirina karwanê sivîlan bi meşekê protesto kir.

 

11:19

Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker bi ser Efrînê de di roja 36’an de didome. Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombeyan li navenda herêma Cindirêsê û gundê Erebwêran yê navçeya Şerayê dibarîne û jîngehên sivîlan dike hedef.

Li aliyê din ji seat 05:30’an ve li derdora gundê Hacvîlka di navbera şervanên QSD’ê û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şerekî giran heye.

11:18

Di Berxwedana Serdemê de eniya paş: Komun

Di Berxwedana Serdemê ya li dijî hewldana dagirkirina dewleta Tirk de li Efrînê eniyeke paş heye; Komun. Ev komun ku şaneya damezirîner a şoreşê ne niha jî weke motorê berxwedanê, berxwedana civakî û hevgirtinê dihone.

 

11:17

Fermandara YPJ’ê Destîna Kobanê: Em berxwedana gelê Efrînê slav dikin

Fermandara YPJ’ê: Li vir helwesteke vînê heye ku ev ji mehekê zêdetir e didome. Ji eniyê ta bi kuçeyê, ji leşkerî ta bi gel ev wiha ye. Ez gele Efrînê ji ber berxwedaniya wê ya mezin a ya li dijî vî şerê dûrî exlaq slav dikim.