Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

KCK'ê diyar kir ku buroyên Tevgera Azadî bi zextên dewlata Tirk hatine girtin û got, "Armanca avabûna YNK'ê û xeta siyasî ya Mam Celal ew rê ye ku divê YNK îro jî li ser wê be." KCK'ê bang li YNK’ê kir ku dev ji vê helwesta xwe berde.

Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîlayên HPG'ê ya meha Cotmehê ya li navçeya Qilaban a Şirnexê weşand. Di çalakiyê de derbên giran li çeper, stargeh û kûleyên leşkerên Tirk hatin xistin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Girê Elîşêr ê navçeya Geverê ya Colemêrgê li artêşa Tirk a dagirker xistin. Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê 5 leşkerên Tirk di çalakiyê de hatine kuştin.

Berdevkê HDP'ê Sarûhan Olûç got, tecrîda li Îmraliyê li dijî mirovahiyê ye û diyar kir, grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê wê zêde bibin. Olûç li ser hilbijartinên xwecihî jî got, wê zêdeyî 130 şaredariyan bi dest bixin.

Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn, serdana Leyla Guven a rehîn girtî ku di greva birçîbûnê de ye kir.

QSD’ê ragihand ku bi operasyonake ya ji aliyê yekîneyên wan ên taybet ve hate kirin, çeteyê bi navê Ûsama Iweyid El Salihî yê plansazê zêdeyê 40 êrîşên cuda, hatiye girtin.

Dîwana Hevserokatiya KONGRA GEL, bang kir ku li dijî nîjatperestî û polîtîkayên qedexeker bi xurtî tevlî meşa ku wê 1’ê Kanûnê li Berlînê bê lidarxistin bibin.

Şervanên QSD'ê îro bi operasyoneke taybet zêdeyî 100 sivîl li bajarokê Hecînê rizgar kirin.

Derket holê ku 4 lêpirsîn li ber destê serdozgerê federal ê di derbarê xebatên îstixbarata Tirk ên li Elmanyayê dest bi berfirehkirina xebatan kirine, hene. Lê nasnameya van endamên MÎT’ê tên veşartin.

Hêzên dewleta Îranê di nava 2 rojên dawî de 3 kolber qetil, 5 jî birîndar kirin.