Di nava 2 rojan de 3 kolber hatin qetilkirin, 5 jî birîndar bûn

Hêzên dewleta Îranê di nava 2 rojên dawî de 3 kolber qetil, 5 jî birîndar kirin.

Êrîşên hêzên rejîmê ya li dijî kolberan a li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê dom dike. Di nava 2 rojên dawî de 3 kolber hatin qetilkirin, 5 jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeyeke Kolbernewsê roja Çarşemê li bajarê Serdeştê ya Rojhilatê Kurdistanê ku dikeve ser sînorê Başûrê Kurdistanê di encama gulebarankirina hêzên rejîma Îranê de kolberê bi navê Reza Ostad Îsmanî birîndar bû û paşê jî ji bo emeliyatê rakirin nexweşxaneyê.

Her wisa heman rojê li herêma Bane ya Rojhilatê Kurdistanê komek kolber bûn hedefa guleyên hêzên rejîma Îranê. Di encama êrîşê de kolberek bi navê Hadî Selîmî (30) ku bavê du zarokane hate qetilkirin û 2 kolberên din jî birîndar bûn. Navê yek ji wan kolberên ku birîndar jî bûn Yadgar Selîm e.

Li gorî heman nûçeyê kolberekî bi navê Sadûllah Şefîfzade (21) yê ji gundê Nemşêr ya Baneyê ji ber ji zinarê ketiye xwarê bi giranî birîndar bûye û rakirine nexweşxaneyê.

Li gorî nûçeyeke Komeleya Mafê Mirov ya Krudaitnê şevê din li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê li herêm a Kanî Xwedê ya Pîranşarê komek kolber bûne hedefa êrîşên hêzên rejîma Îranê û hatine gulebarankirin. Di encamê de kolberê bi navê Ferhad Biyank yê gundê Maşkanê jiyana xwe ji dest daye û biryaê wî yê bi navê Seîd Biyank jî birîndar bûye.

Li gorî heman nûçeyê li heman herêmê û di heman bûyerê de komek kolber ji bo xwe ji bo xwe rizgar bikin, ketine nava herêmeke mayînkirî û heta niha jî çarenûsa wan nayê zanîn.

Li gorî nûçeyeke Kolbernewsê îro serê sibehê li herêma Delawanî ya Pîranşarê hêzên rejîmê gule li kolberan reşandiye û di encamê de kolberê bi navê Mihehemed Ebasî yê ji gundê Daymowê ya ser bi Neqedeyê jiyana xwe ji dest daye.