HPG: Li Geverê 5 leşker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Girê Elîşêr ê navçeya Geverê ya Colemêrgê li artêşa Tirk a dagirker xistin. Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê 5 leşkerên Tirk di çalakiyê de hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiya li Geverê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"29'ê Mijdarê saet 15.30'an hêzên me li navçeya Geverê ya Colemêrgê li dijî leşkerên dagirker ên TC'ê yên li ser girê Elîşêr çalakiyek kirin. Di çalakiyê de derbeke serketî li mewziyên dijmin hate xistin, 5 leşker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC'ê ya dagirker bi obus û hawanan li qadê xist. Saet 18.00'an balafirên şer ên dagirkeran li qada Kinyanişê xistin. Ji ber bomberdûmanê ti zerar negihîşt hêzên me.

BOMBERDÛMANA BALAFIRÊN ŞER

29'ê Mijdarê balafiren şer ên artêşa TC'ê ya dagirker êrîşa hewayî birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Balafirên şer saet 09.30'an li qada Şehîd Adil a herêma Zê, saet 14.00'an li derdora gundê Girsê yê Garê û saet 20.00'an li girê Colemêrgê yê li herêma Metîna xistin.

JI BER ÊRÎŞÊN HEWAYÎ GERÎLAYEK ŞEHÎD BÛ

Ji ber bomberdûmana li Zê hevalekî me şehîd bû. Ji ber êrîşên din ti zerar û ziyan negihiştin hêzên me. Agahiyên nasnameyê yê hevalê me yê şehîd piştre bi raya giştî re wê werin parvekirin."