HDP'ê armanca xwe eşkere kir: Herî kêm 130 şaredarî

Berdevkê HDP'ê Sarûhan Olûç got, tecrîda li Îmraliyê li dijî mirovahiyê ye û diyar kir, grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê wê zêde bibin. Olûç li ser hilbijartinên xwecihî jî got, wê zêdeyî 130 şaredariyan bi dest bixin.

Berdevkê HDP'ê Sarûhan Olûç, li navenda giştî ya partiya xwe li ser hilbijartinên xwecihî civîneke çapemeniyê li dar xist.

Olûç işaret bi biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li ser berdana Selahattîn Demîrtaş kir û got, "Divê der barê Demîrtaş de biryareke hiqûqî bê dayin."

'TECRÎD LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE'

Di dewama axaftina xwe de Olûç bal kişand ser greva birçîbûnê ya Parlamentera HDP'ê ya dîlgirtî Leyla Guven ku 23 roj in di grevê de ye û got, "Ji bo tecrîda li dijî mirovahiyê ku zêdeyî 3.5 sal in li Îmraliyê dewam dike bê rakirin, di greva birçîbûnê de ye. Em yekser piştgiriyê didin Leyla Guven. Rojên bê wê li 3 bajarên Tirkiyeyê û 3 bajarên Kurdan ji bo 3 rojan grevên birçîbûnê bên kirin."

Olûç diyar kir, eger Serokê Meclîsê der barê Leyla Guven de gavê neavêje, hingî wesayet qebûl kiriye û got, "Gavên pêwîst divê bêyî derengmayinê werin avêtin."

'FEZLEKE BI KÊR NAYÊN'

Berdevkê HDP'ê Sarûhan Olûç fezlekeyên li dijî wekîlên wan hatine amadekirin bi bîr xist û diyar kir, ev yek wê bandorê li sekna wan a bi biryar neke. Olûç got, "Derd û daxwaza we ne ew e ku li Tirkiyeyê hiqûqê bi cih bînin û dadgeriyê bihînin asta standartên navneteweyî. Derdê we tasfiyekirina HDP'ê li qada siyaseta demokratîk e. Ev yek hewldaneke pûç e."

'NAMZETÎ Û TEMSÎLIYETA JINAN'

Olûç bi bîr xist, dema dawî ya ji bo serlêdanên bernamzetiyê 5'ê Kanûnê ye û got, "Namzet wê bi dînamîkên herêmî û bi hilbijartina diyarkirina namzetan bên destnîşankirin."

Olûç got, "Hevserokatî û temsîliyeta jinê wê 50 ji sedî be" û wiha dewam kir: "Em ber bi dawiya qonaxa duyemîn ve tên. Piştî ku namzet hatin eşkerekirin wê di qonaxa sêyemîn de kampanya me dest pê bike. Bi meha Çileyê re wê ev qonax dest pê bike."

'EM Ê 30 ŞAREDARIYÊN DIN JÎ BI DEST BIXIN'

Li ser armanca xwe jî Olûç got, "Hedefa me ya sereke ew e ku hemû şaredariyên li bajarên Kurdan qeyûm lê hatine bicihkirin ji nû ve qezenç bikin. Em ê karên ne li rê yên li bajar û navçeyan ji aliyê qeyûman ve hatine kirin bi gelê xwe re parve bikin. Her wiha em ê li bajarên Kurdan, şaredariyên ku me sala 2014'an nekarîn bi dest bixin, di vê hilbijartinê de qezenç bikin. Em ê herî kêm 30 şaredariyên nû li ser 102 şaredariyan zêde bikin. Ev armanca me ya bingehîn e. Di mijara demokrasiya xwecihî, rêveberiya xwecihî de em ê gaveke gelekî girîng biavêjin.

Ji bilî qeyûman û Suleyman Soylû yê ku qeyûm tayîn kir, kes nikare van qeyûman biparêze. Li ku derê qeyûm û burokrat hatibin nîşandan, AKP-MHP'ê îlan kiriye ku li wir winda kiriye. Em ê bi ser bikevin.

Li bajarên rojava jî karê me dewam dike. Hem serlêdan tên girtin, hem jî bi dînamîkên xwecihî, di mijara diyarkirina namzetên herî xurt de karê me dewam dike. Em li bajarên rojava karekî welê dikin ku em ê serweriya koalîsyona AKP-MHP'ê tengav bikin."