Gerîla TV dîmenê çalakiya li Qilabanê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîlayên HPG'ê ya meha Cotmehê ya li navçeya Qilaban a Şirnexê weşand. Di çalakiyê de derbên giran li çeper, stargeh û kûleyên leşkerên Tirk hatin xistin.
Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîlayên HPG'ê ya meha Cotmehê ya li navçeya Qilaban a Şirnexê weşand. Di çalakiyê de derbên giran li çeper, stargeh û kûleyên leşkerên Tirk hatin xistin.
Li gorî dîmenê hate weşandin, çalakî 21'ê Cotmehê saet 11:45'an pêk hat.
Çalakî li dijî leşkerên Tirk ên li Girê Maymûn hate lidarxistin û hate gotin ku derbên giran li çeper, stargeh û kûleyên leşkeran hatiye xistin. Li gorî daxuyaniyê, hejmara leşkerên di çalakiyê de mirine û birîndar bûne nehatiye zelalkirin.
Di dîmen de tê dîtin ku derbên giran li kûleya leşkerî dikeve. Derba duyemîn jî li çeper û stargehan dikeve.