KONGRA GEL: Bi xurtî tevlî çalakiya 1’ê Kanûnê ya li Berlînê bibin

Dîwana Hevserokatiya KONGRA GEL, bang kir ku li dijî nîjatperestî û polîtîkayên qedexeker bi xurtî tevlî meşa ku wê 1’ê Kanûnê li Berlînê bê lidarxistin bibin.

Wê li paytexta Elmanya Berlînê ji bo salvegera 25’an a qedexeya PKK’ê roja 1’ê Kanûnê bi pêşengtiya nêzî 80 rêxistinên siyasî û civaka sivîl ên Elmanya meşek bê kirin. Meş wê bi dirûşma ‘Daxwaza azadiyê nayê qedexekirin-li dijî qedexeya polîsan, qedexaya PKK’ê û nîjatperestiyê têkoşîna hevpar’ bê kirin.

Dîwana Hevserokatiya KONGRA GEL di daxuyaniya xwe ya nivîskî de banga tevlîbûna xurt a ji bo çalakiyê kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Bang li Kurdistanî, dostên xwe yên Elman ên alîgirên azadî û demokrasiyê yên li Elmanyayê dijîn dikin ku bi xurtî tevlî meşê bibin. Em meş bi hevgirtina rêxistinêncivaka sivîl û siyasî yên Elmanya û banga rewşenbîran ve tê kirin. Li Elmanyayê alîgirên demokrasî û gelek aliyên dijî qedexeyan tevlî meşê dibin. Ji bo deng û reng dana vê meşê, ji bo bandorê li raya giştî û hikûmetê bikin, divê gelê me bi xurtî tevlî çalakiyê bibin.”

Dewleta Elman; ev 25 sal e bi qedexeya PKK û zextan re pirsgirêka Kurd krîmînalîze dike û di bê çareseriyê de rolekî nerênî leyîstiye û destek da polîtîkayên qirkirina çandî û fizîkî ya dewleta Tirk ên li dijî Kurdan. Weke bandora di qedexeya PKK’ê de di çaresernekirina pirsgirêka Kurd de jî bi bandore û bê çareseriya li Kurdistanê jî encamên şer yên derketî jî bandorekî nerênî li Ewropayê kir.

Ev polîtîkayên he bandorekî nerênî li jiyana Kurdistaniyên li Elmanyayê kir û hem jî bandora xwe ya nêrênî di gelek beşan de li jiyana demokartîk a civaka Elmanyayê kir. Ji ber vê jî di civaka Elmanyayê de desteka li dijî qedexeya PKK’ê her diçe mezintir dibe.

Ji bo vê yekê bi daxwaza rakirina qedexeya li ser PKK’ê 1’ê Kanûnê roja Şemiyê bi hêviya ku civaka Elmanya beşdariyeke mezin bike lidar dixin.

Ji ber van sedeman bi dirûşma ‘Daxwaza azadiyê nayê qedexekirin-li dijî qedexeya polîsan, qedexaya PKK’ê û nîjatperestiyê têkoşîna hevpar’ bangl i hemû gelê xwe dikin ku bi coş û hêzeke mezin tevlî meşa ku sibe li Berlînê bê kirin bibin.”