Li Elmanyayê 4 sîxûrên MÎT’ê tên lêpirsîn, lê encam nîn e

Derket holê ku 4 lêpirsîn li ber destê serdozgerê federal ê di derbarê xebatên îstixbarata Tirk ên li Elmanyayê dest bi berfirehkirina xebatan kirine, hene. Lê nasnameya van endamên MÎT’ê tên veşartin.

Ji lêpirsînên di derbarên xebatên MÎT’ê yên saziya Îstixbarata Tirk a tevnên sîxûriyê yên li ser saziya karê diyanetê (DÎTÎB) sefaretxane û kargehên girêdayî wan ên li Elmanyayê ti encam dernakevin. Nexasim her ku diçe MÎT xebatên xwe yên sîxûriyê li Elmanyayê zêde dikin.

Hikûmeta Merkel a li ser pênûmepirsa parlemeterê Partiya Demokratan a Hur (FDP) Stephan Thomae ya têkildarî xebatên MÎT’ê bersiv da, hate ragihandin ku hê jî tevên sîxûriyê yên rejîma Erdogan li Elmanyayê zêde dibin.Di metna bersivê de ku hê bi raya giştî re nehatî parvekirin ku rojnameya Dîe Welt ku sojeya wê parvekir, li ber destê serdozgeriya federal a navenda wê li bajarê Karlsrûhenê ye di derbarê 4 endamên MÎT’ê de lêpirsîn daye destpêkirin.

Lê têkildarî agahiyên berfireh ên lêpirsîn û nasnameyên endamên MÎT’ê agahî nehatin parvekirin. Bal hate kişandin ku di nava 10 salên dawî de 23 lêpirsîn di derbarê xebatên MÎT’ê de hatine kirin. Hate ragihandin ku di navbera salên 2017-2018’a de 17 hatine girtin. Yekîneyên ewlekariya Elman li gel şopandina nêzîk a li ser endamên MÎT’ê, ti rêxistinên sîxûriyê yên biyanî jî naşopîne.

MÎT HEWL DIDE KU XWE LI HEMÛ SAZIYAN BICIH BIKE

Di bersiva hikûmeta fedaral de hatiye gotin ku MÎT hewl daye ku bikeve nava Rêxistina Agahî Girtin (BND), Teşkîlata Sîxûriyê ya Leşkerî (MAD), Daîreya Krîmînal a Federal (BKA), Polîs Federal (Mûndespolîzeî) û Daîreya Koç û Koçberan (BAMF). Tevî van hemû hewldanên xebatên berfireh ên MÎT’ê li Elmanayê ti lêpirsîn bi encam nebûye, hema bêje 10 sal in ti sîxûrên MÎT’ê nehatine dersînorkirin.

Parlementerê FDP’ê Stephan Thomae bal kişand xemsariya dewleta Elman ya li dijî MÎT’ê û got: “Wisa dixuyê ku hikûmet ne diferqa rewşa mijara MÎT’ê de ye.” Hikûmeta Merkel a li pey ji nû ve têkiliyên xwe bi rejîma Erdogan re xurt bike, her demê ji eşkerekirina xebatên MÎT’ê yên der hiqûqî reviya ye.

HERî KÊM 6 HEZAR SÎXÛR HENE, LÊ TI GIRTINEK NÎNE

Li Elmanyayê ku tê texmînkirin 6 hezar sîxûrên Mît’ê aktîv in, lê lêpirsînên di derbarê sîxûrên MÎT’ê de sembolîk dimînin. Tevî ku çend caran rayedarên dewleta Elman bixwe gotine li dijî siyasetmedarên Kurd û muxalifên li dijî Erdogan amadekariyên sûîqestê hene lê dîsan jî xebatên MÎT’ê tên paşgûh xistin û çav lê tê girtin.

Mînak gelek caran bi belgeyan derket holê ku DÎTÎB saziyekî weke îstixbareta rejîma Erdogan kar dike, tevî van jî lêpirsînên ji bo DÎTÎB’ê hatibûn vekirin jî hatin girtin. Di lêpirsînên ku salekê dom kir de ti guhertin çênebû û dozgeriya federal ji bo lêpirsÎna 19 erkdarên DÎTÎB’ê ku ji bo MÎT’ê kar dikirin jî hilweşandibû.

Dîsan dema ku rewşa têkiliyan a bi Erdogan re xirab bû lêpirsînên ku li dijî sîxûrên MÎT’ê hatibû vekirin li pey hev hatibûn rakirin. Sîxûrê MÎT’ê Mehmet Fatîh Sayan ê ku ji bo sûîqesta li dijî siyasetmedarên Kurd hatibû erkdarkirin, hate berdan û Mûstafa Karataş ê ku bi qeydên dengan li xwe mikûrhatibû ku ji bo MÎT’ê kar dike dozgeriya Hambûrgê pêwîstî bi vekirina lêpirsînekê jî ne dîtibû.

Dîsan li bajarê Wîesbadenê ya Eyaleta Hessenê polîsa ku di beşa ‘polîsê aheng’ de erkdar bû û ANF’ê têkiliya wê ya bi MÎT’ê re derxistibû holê û piştre Tebaxa 2017’an ANF’ê navê wê eşkere kirî Komîser Dondu Yazgan a eslê xwe Tirk e, yek ji sîxûrên rejîma Erdogan bû. Piştî lêpirsinê Yzgan niha di astekî jêr de weke memûr li midûryeta Emniyetê ya Eyaleta Hessenê kar dike.