'Milîtanê destpêkê, hevrêyê destpêkê, şehîdê destpêkê'

Di dawiya sala 1975'an de, komeke Apoyî ku hejmara xwe kêm bû li Enqereyê kadrobûyîna destpêkê afirandibû.

Pêkanbû ku kombûneke Apoyî ya mîna li Enqereyê li bajarên din ên Kurdistanê jî bihata avakirin. Lewma ya diviyabû bihata kirin çûyîna komê ber bi Kurdistanê ve bû. Rêwîtiya Apoyiyan a ber bi Kurdistanê ve dawiya sala 1975'an dest pê kir.

Dîlok, Serhed, Amed û Êlih bajarên destpêkê yên Kurdistanê bû ku Tevgera Apoyî xwe lê birêxistin kir. Hakî Karer 'radihêje nivîna xwe' û diçe Edene-Skenderûnê. Kemal Pîr, Cemîl Bayik, Mazlûm Dogan, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Dûran Kalkan, Alî Haydar Kaytan jî dest bi rêwîtiya Kurdistanê dikin. Mûstafa Karasû jî tevî şehîd Dogan Kiliçkaya diçe Dîlokê. Dema ku Tîrmeha 1976'an diçin Dîlokê, Hakî Karer jî ji Êlihê vegeriya.

Di avabûna koma îdeolojîk a Apoyî û birina komê ya ber bi Kurdistanê ve bi rola pêşengiyê radibe. Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re qala karên rêxistinbûnê yên koma Apoyî yên li Dîlokê, çalakiyên destpêkê û Hakî Karer kir.

BI CIDIYETA XWE YA ŞOREŞGERÎ Û BIRYARDARIYA XWE DERDIKET PÊŞ

Karasû diyar kir ku wî Hakî Karer cara yekemîn sala 1975'an li malekê di civînekê de dît û bi cidiyeta xwe ya şoreşgerî, biryardarî û kesayetiya xwe ya dozê derdiket pêş.

Karasû got, "Baş nayê bîra min bê kîjan meha sala 1975'an bû. Çû Agiriyê. Abdûrrahman Ayhan hebû ku Agirî nas dikir. Bawerim bi wî re çû. Dema ku çûn Agirî gelek pirtûk bi xwe re birin. Wê wextê me ji Enqereyê gelek pirtûk dişandin Kurdistanê. Bêguman ev pirtûk jî bi giranî li ser tevgerên rizgariya neteweyî û klasîkên Marksîst bûn."

Karasû anî ziman, destpêkê ew bi rengekî demkî diçûn Kurdistanê, piştî ku çend mehan li bajarekî ya jî bajarokekî diman vedigeriyan Enqereyê.

YEK JI HEVALÊN DESTPÊKÊ YÊ RÊBER APO BÛ

Mûstafa Karasû wiha dewam kir: "Tê bîra min ku bi kelecaneke mezin çû Agiriyê. Bi rastî jî gelekî bi kelecanî bû. Gava destpêkê, helwest û sekna destpêkê ya bicihanîna biryara têkoşîna rizgariya neteweyî ya li Kurdistanê îfade dikir. Yekî destpêkê bû ku ji Derya Reş bû û diçû Kurdistanê. Bêguman ev yek nîşan dide bê Hakî Karer têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd çiqasî bi wate û hêja dibîne. Ji xwe yek ji hevalên destpêkê yê Rêber Apo bû. Sala 1972'an demeke kin piştî ku ji girtîgehê derket -dawiya sala 1972 ya jî destpêka sala 1973'an bû- Rêber Apo bi pêşniyara heval çû mala hevalê Hakî û Kemal lê bû. Dema ku çû wê malê ji wan re got, 'min bihîst ku li cem we cih heye, weke hevalekî şoreşger dixwazim li cem we bimînim'. Û bi vê gotina destpêkê re li wê malê ma."

Karasû ragihand, Çileya sala 1976'an civîna biryara vegera li Kurdistanê pêk hat, Kemal û Hakî jî tevlî bûn û got, "Li wê derê min karakter û taybetmendiyên wan baştir nas kir. Ji ber ku di wê civînê de her kesî qala jiyana xwe dikir... Wê demê jî me li jiyana hevalên Hakî û Kemal guhdarî kirin. Me fêhm kir ku zûdeyî Rêber Apo nas dikin û ji hevalên destpêkê ne."

RÊWÎTIYA BER BI DÎLOKÊ VE

Karasû diyar kir, Hakî Karer wextekê diçe Êlihê, demekê li wir dimîne û got, "Dema mayinê ne dirêj bû. Piştre dema di civîna Dîkmenê ya sala 1976'an de biryara vegera li welêt hate dayin, hevalê Hakî diçe Edeneyê. Li Edeneyê nifûseke zêde ya Kurdan heye. Edene yek ji wan herêman e ku têkoşîna şoreşgerî lê bi pêş ket. Piştî ku wextekê li wir ma, biryar tê dayin ku li Dîlokê bixebite û berê xwe dide Dîlokê. Yek ji hevalên destpêkê ye ku ji bo kar diçe Dîlokê. Piştî hevalên Kemal û Cûma, yek ji hevalên destpêkê ye ku diçe. Em jî Tîrmeha sala 1976'an çûn Dîlokê. Wê wextê hevalê Hakî nû hatibû Dîlokê. Tevî şehîd Dogan Kiliçkaya demeke kin piştî çûyîna hevalê Hakî ya Dîlokê em jî çûn wir. Dema ku em çûn Dîlokê hevalê Hakî û yên pê re li jêrzemîna malekê diman ku şert û mercên wê gelekî nebaş bûn. Ne jêrzemîn jî bû, du odeyên kûr bûn ku mîna tunelekê bûn û pace lê nebûn. Li wir diman."

BERPIRSYARÊ KARÊN LI DÎLOKÊ HAKÎ BÛ

Karasû diyar kir, piştî du mehan wan li Yûkari Hoşgorê malek kirê kirin û li vê mala komun a 6-7 kes lê diman, demeke dirêj bi Hakî Karer re ma.

Karasû got, dema ew li Dîlokê bûn berpirsyarê karên li Dîlokê Hakî Karer bû û wiha dewam kir: "Hevalên Cûma û Kemal jî hevalên destpêkê bûn ku çûn Dîlokê. Lê belê ew tenê li Dîlokê nediman. Diçûn Riha, Mereş û Semsûrê jî. Yanî ew hinekî din jî bi liv û tevger bûn. Lê hevalê Hakî timî li Dîlokê dima. Bêguman ev berpirsyarî berpirsyariyeke xwezayî bû. Bi sekna xwe, bi helwest û nêrîna xwe, bi feraseta xwe ya rêxistinê û karektera xwe weke berpirsyarekî xwezayî derdiket pêş. Kî xwedî feraseta rêxistinê bûya, hêza xwe ya îdeolojîk hebûya ew dibû berpirsyarê mala komunê. Li Dîlokê dibû berpirsyarê bajarokekî ya jî bajar. Hevrê Hakî jî di vê astê de berpirsyar bû."

HEVRÊ HAKÎ NÛNERÊ SEKNA ŞOREŞGERÎ, FERASETA HEVRÊTIYA BI RÊBER APO RE BÛ

Di dewama axaftina xwe de Karasû got, "Hevrê Hakî di avabûna çanda Apoyî de mîna nûnerê sekna şoreşgerî, feraseta hevrêtî û kadro ya Rêber Apo bû. Ew heval bû ku zîhniyeta Rêbertî, sekn û jiyana wî li van malên komunê, li Dîlokê bi rengekî herî baş temsîl dikir. Berpirsyar bû, lê gelekî dilnizm bû. Berpirsyariya xwe nedisipart erkê. Disipart ked, nêrîn û kesayetiya xwe. Ji xwe kesayetiya wî dikir ku yek wî rojekê bibîne yekser hurmetê nîşanî wî bide. Kê ew nas dikir, rêz nîşanî wî dida. Rêbertî ji bo hevrê Hakî digot, 'ruhê min ê veşartî ye, dema ku me li nava çavê hev dinêrîn me ji hev fêhm dikir'. Bi rastî jî hevrê Hakî bi nêrîn, gotin û sekna xwe karê xwe dimeşand."

TIMÎ LI REFÊN HERÎ PÊŞ BÛ

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Karasû diyar kir, Hakî Karer di têkoşînê de di nava her tiştî de bû û got, "Herî zêde di nava karê perwerde, çalakî, rêxistinbûn, ajîtasyon, propaganda û nîqaşê de bû. Wê wextê karên perwerde, rêxistinbûn û çalakiyê di nav hev de bûn. Her kesî her tişt dikir."

NEWROZA 1977'AN A LI DÎLOKÊ

Karasû qala pîrozbahiya Newrozê ya sala 1977'an a li Dîlokê kir: "Pîrozbahiyeke mezin bû. Ji her derê beşdarî lê bû û wê wextê lastîk li ser giran hatin şewitandin. Kolana Garajlar hebû. Li wê kolanê gelek banka hebûn. Di Newrozê de bi şewitandina lastîkan re di heman demê de gelek banka hatin bombekirin. Hevalê Hakî diçe bankayê, cama wê dişikîne, bombeyê diavêje hundir û diteqîne. Lê belê hevalên li cem wî dikin nakin nikarin bombeyê biavêjin nava bankayê. Diviyabû bombe bihata avêtin, wezîfeyeke bi vî rengî hatibû dayin. Lê belê kom nikare wezîfeya xwe bi cih bîne. Lê diviyabû çalakî bihata kirin. Tavilê diçe wê derê, bi ling û kulmê camê dişikîne û bombeyê diavêje hundir. Ew çalakî diviyabû bihata kirin, lê belê ji ber ku nehate kirin ew dikeve dewrê. Her wiha di nava hemû çalakiyên destpêkê yên Dîlokê de wî cih girt.

Mînak; yek ji çalakiyên me yên destpêkê yên li Dîlokê, lêdana li faşîstên ku li Dîlokê mîtîng kiribûn. Faşîst li cihekî hatibûn asêkirin û li wan hatibû xistin. Li ku derê faşîstek bihata dîtin, yê weke milîtan dihate xuyakirin, wê lê bihata xistin."

HEM ÇALAKGER HEM JÎ HÎNDEKAR BÛ

Karasû diyar kir, Hakî Karer hem çalakger bû hem jî hîndekar û got, "Wê demê komên perwerdeyê yên xwendekaran hebûn. Komên perwerdeyê yên karkeran hebûn. Hemû heval tevlî perwerdeyê dibûn û ders didan. Herî zêde hevrê Hakî diçû û ders dida."

Karasû anî ziman, hişmendiya teorî û hêza îdeolojîk a Hakî Karer gelekî zêde bû û got, "Nêrînên Rêbertî, xeta koma Apoyî bi rengê herî baş vedigot û bêguman hurmet jê re dihate nîşandan. Hevrê Hakî dema bi yekî re diaxivî, wî kesî yekser rêz nîşanî wî dida. Li pêşberî hevrê Hakî kes nikarîbû bêcidiyet tevbigeriya. Kesayetekî şoreşger bû ku sekna xwe cidî bû."

GELEKÎ DILNIZM BÛ

Karasû ragihand, di jiyanê de jî Hakî Karer gelekî dilnizm bû û wiha dewam kir: "Ji ber ku derfetên komê kêm bûn, yekî welê bû ku derfetên aborî bi rêk û pêk dikir, bi teserûf tevdigeriya. Di vê mijarê de xwedî li nirxan derdiket, nedixwest nirx belasebep bên bikaranîn, nirxê herî biçûk jî, qurişek jî girîng didît.

Mînak; li Dîlokê em ji Duztepeyê diçûn taxên Karşiyaka, Hacibaba, Kayaonu, Unaldi ya jî Yavûz Selîmê. Li wan deveran têkiliyên me û malên me yên komun hebûn. Hevrê Hakî gelek caran 25 quriş jî nedida otobusê, li otobusê siwar nedibû û bi peyatî diçû. Bi rastî jî wê wextê derfet tinebû. Demeke dirêj me sibehê nîsk, nîvro nîsk, êvarê nîsk dixwar. Herî zêde me nîsk û miqarne dixwar. Sempatîzan, ciwan, xwendekarên ji Riha û gundên Dîlokê dihatin li lîseyê dixwendin. Dema ew dihatin bi xwe re ard, nîsk ji gund dianîn. Me jî beşek ji wan werdigirt. Bi vî rengî me debara xwe dikir. Her wiha hevalên me dibûn karker û dixebitîn jî."

Sibe:
Malên Komun ên li Dîlokê