HPG'ê li Qilabanê ji sê baskan ve lê da: 10 leşker mirin

HPG'ê diyar kir, li Qilabanê li dijî sê qadên leşkerî yên artêşa Tirk çalakiyeke berfireh hatiye lidarxistin û di encamê de 10 leşkerên Tirk hatine kuştin. Li gorî daxuyaniyê, ji ber bomberdûmana balafirên şer 2 gerîla şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiya gerîla ya li Qilabanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Roja 24'ê Mijdarê saet navbera 08:30 û 09:30 de, li navçeya Qilaban a Şirnexê li dijî Girê Radar, Kêlka Sînor û Qereqola Şivan hêzên me ji 3 baskan ve çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeper û stargehên li Girê Radar, Kêlka Sînor û Qereqola Şivan hatin xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin, 10 leşkerên dijmin hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi tank, obus, hawan û balafirên şer bombe li herêma çalakiyê barand. Ji ber vê bomberdûmanê 2 hevalên me şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên şehîd bûne wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin."