Tahîr Elçî li cihê hate kuştin hate bîranîn

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hate kuştin, di sala 3'emîn de li ber Minareya Çarling li cihê lê hate kuştin hate bîranîn.

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hate kuştin, di sala 3'emîn de piştî meşê li ber Minareya Çarling a li Sûrê li cihê lê hate kuştin hate bîranîn. Tevî hevsera Elçî Turkan Elçî, nûnerên baroyên Dîlok, Îzmîr, Enqere û Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TTB), parlamenterên HDP'ê yên Amedê Remziye Tosûn, Selçûk Mizrakli, Mûsa Farisogûllari û gelek parêzer tevlî bîranînê bûn.

Di meşê de ku ji ber Edliyeya Amedê dest pê kir, pankarta bi nivîsa "Cînayeteke ku dewlet nikaribe ronî bike nîne, cînayetên ku dewlet ronî nakin hene' hate hildan. Polîsên Tirk dor li Minareya Çarling girtin û piştî ku girseya gel gihişt ber minareyê, li dengê Elçî yê berî kuştinê daxuyanî da çapemeniyê hate guhdarîkirin.

Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin li çalakiyê axivî û gotinên rayedaran ên piştî cînayetê bi bîr xist ku gotibûn "Em ê vê cînayetê ronî bikin.

Aydin got, "Gotin, lê bû 3 sal. Gavek jî bi pêş ve neçûne. 3-4 qalikên fîşekan jî kom nekirin. Hin dîmenên kamerayan ji holê rabûn, hinek xera bûn, hinek jî hatin jêbirin. Rapora desteya teftîşê heta niha bi israr ji me hate veşartin û hîn jî tê veşartin. Soz dan, lê careke din bi cih neanîn. Kiryar hîn di nava me de digere. Dosya Tahîr Elçî jî mîna ya bi hezaran kiryar nediyar, rakirin, xwestin bidin ji bîrkirin. Lê em ê destûra vê yekê nedin."

Di dawiya axaftina xwe de Aydin got, "Em; heval û hogirên Tahîr Elçî bi vê wesîleyê careke din dibêjin ku em bi Dayikên Şemiyê re ne, hemxema wan in û em ê şopdarên daxwazên wan bin."