Ofîsa Tevgera Azadî ya li Koyê hate girtin

Hêzên Asayîşê ofîsa Tevgera Azadî ya li Koyê girtin. Asayîşa Germiyanê jî hewl dide ofîsa li Kelarê bigire.

Hêzên Asayîşa navçeya Koyê ya Hewlêrê, danê sibehê ketin hundirê ofîsa Tevgera Azadî û belgeyên tescîla partiyê xwestin. Rêveberiya Tevgera Azadî jî belgeyên fermî yên ku nîşan didin li gelemperiya Iraqê tescîlkirî ye nîşan dan. Rêveberiyê diyar kir, wan belgeyên ji bo Herêma Kurdistanê jî pêşkêşî Wezareta Karên Hundir kirine, lê ji sala 2014'an û vir ve bersiv ji wan re nehatiye dayin.

Rayedarên Asayîşê gotin, heta ku belge ji aliyê Herêma Kurdistanê ve bên tescîlkirin wê nikaribin destûrê bidin ku ofîs vekirî be û tabelaya ofîsê daxistin.

ASAYÎŞA GERMIYANÊ JÎ DI DEWRÊ DE YE

Asayîşa Germiyanê jî dixwaze ofîsa Tevgera Azadî ya li Kelarê bigire.

Tevgera Azadî jî destûrê nade ku ofîs were girtin û li ber xwe dide.

XIZMETÊ JI DAGIRKERAN RE DIKE!

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah li ser dorpêçkirina saziya wan got, "Desthilatdariya li Başûrê Kurdistanê dixwaze xwe radestî dagirkeran bike. Lewma dixwazin li pêşiya kar û têkoşîna Tevgera Azadî bibin asteng."