Karayilan: Bi gerîlatiya serdema nû em ê têkevin sala 41'emîn

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan got, ew dixwazin sala 41'ê ya PKK'ê bi gerîlayên serdema nû pêşwazî bike û êdî gavên nû biavêjin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê û Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel a Kurdistanê Mûrat Karayilan bû mêvanê radyoya Dengê Welat. Karayilan di bernameyê de bersiv da pirsên Rosîda Mardîn û rojev nirxand.

'SALVEGERA 40'EMÎN A PKK'Ê LI HEMÛ KESAN PÎROZ BE'

Karayilan bi pîrozkirina salvegera 40'emîn a PKK'ê dest bi axaftinê kir û got, "Salvegera 40'emîn a partiya me, Partiya Karkerên Kurdistanê li Rêber Apo, li hemû gelê me, li dostên gelê me, li rêheval û xebatkarên şoreşê pîroz dikin. Di sala 41'emîn de serkeftinê ji gelê me û ji hemû hevalan re dixwazin. Di vê rojê de ji şehîdê me yê yekemîn ê partiyê Hakî Karer heta Delal Amed, Zekî Şengalî û Atakan Mahîr hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînim û soza ku em dayî wan careke din dubare dikim.

27'Ê MIJDARÊ ROJA BIRYARA AZADBÛNÊ YE

27'ê Mijdarê ji bo gelê me û partiya me rojeke girîng û dîrokî ye. Roja partîbûnê ye. Biryara avakirina partiyê ya di 27'ê Mijdarê de, biryara berxwedana neteweyî ye. Heta salên 1970'yî gelê Kurd di bin qirkirinê de bûn. Heta wê demê hemû serhildanên gelê Kurd hatibûn şikandin, di nav civaka Kurdan de hêvî kêm bûbû, bawerî qels bûbû. Siyaseta qirkirina spî ya dijmin bi awayekî kûr didomiya. Di serdemek wisa de li gundê Fîsê yê Licê di 27'ê Mijdara 1978'an de di civîna avakirina partiyê de meseleya ‘Li hemberî vê rewşa Kurdistanê û realîteya civaka Kurd gelo em dikarin çi bikin' hate nîqaşkirin û hate gotin ku ‘Em doza hebûnê bikin, tunebûnê qebûl nekin, em serî hildin û têkoşînê geş bikin. Ji bo vê jî divê em bibin partî. Ji bo destpêkirina berxwedanê divê em bibin partiya pêşeng.' Biryara avakirina PKK'ê wisa hatiye dayîn. Ji ber vê jî 27'ê Mijdarê di têkoşîna me û gel de rojeke dîrokî ye."

PKK PARTIYA RÊBERTIYÊ YE

Karayilan bal kişand ser vî tiştî ku PKK ne partiyeke klasîk e û got, "Rast e navê wê partî ye, lê naşibe partiyên din. PKK fikrek e, felsefeyek e, giyan û awayê jiyanê ye. Tevlêbûna PKK'ê ne fîzîkî û maddî ye. PKK partiya Rêbertiyê ye. Di şexsê Rêber Apo de rastiya Rêbertiyê derketiye holê, felsefe û îdeolojî û bernameya xwe pêşkêş kiriye û partîbûna PKK'ê bi vî awayî bi pêş ve çûye. Ferqa PKK ji partiyên din ev e ku, bi rastiya Rêbertiyê re di nav hev de ne û nabe ku ji hev werin qetandin. Di dîrokê de gelek partî hene ku pêşengiya şoreşan kirine û xwedî rêxistinbûneke mezin. Di bernameya van partiyan de ji bo endamtiya partiyê ya mîlîtanên partiyê şertên wekî ‘qebûlkirina bernameya partiyê, dayîna aîdatê û cihgirtina di komîteya partiyê de' hene. Lê ji bo PKK'ê ev pîvan tenê di nav sempatîzanên PKK'ê de hene. Asta tevlêbûnêya sempatîzanên PKK'ê ji vêya zêdetir e. PKK ji partiyekê zêdetir felsefeyek e. Ji ber vê jî divê tevlêbûneke giyanî û hişî pêk were. Beriya her tiştî divê baweriyeke xurt hebe. Di nav PKK'ê de karakter û pîvana tevlêbûnê wisa ye."

KADROYÊ PÊŞENG JI BO CIVAKÊ MÎNAK E

Karayilan diyar kir ku tevlêbûna PKK'ê jixweber wisa pêk nehatiye got, "Ev pîvan bi nîqaşkirinê pêk nehatine. Dema ku tevgera Apoyî hê komek bû û piştî avakirina partiyê dest bi têkoşînê kir, derket holê ku pêşengiya şoreşgerî encax bi tarzekî wisa dikare pêk were. Li Kurdistanê tu bi giyanekî fedaî tevlê nebe û bi biryardariyeke xurt tevnegerî tu yê nikaribî bibî pêşeng. Xaleke din jî ev e ku milîtanê pêşeng divê di her warî de bibe mînak. Heke pêşeng be, divê bi tarz, jiyan û ûslûb, fedakariya xwe li pêş be. Kesên pêşeng divê bi vî awayî ji civak û mirovan re bibe mînak. Divê baweriyê bide civakê . Ji roja ku PKK hatiye avakirin û heta niha gelê Kurd li awayê jiyana wê nihêriye û li ser wî esasî bawerî pê aniye.

PKK DERGAHEKE HEQÎQETÊ YE

Ev pêwistî awayê tevlêbûna PKK'ê û pîvanên kadrobûnê diyar kiriye. Ji ber vê jî pîvanên bilind in. Yên ku baweriyeke wan a zêde heye dikare li ser van pîvanan tevlî doza azadiyê bibin. Jixwe Rêber Apo dibêje ‘PKK romanek e ya ku bi dawî nebûye.' Heke di dilê mirov de evîn û baweriyeke mezin tunebe, nikare pêşengtiyê bike. Di PKK'ê de aliyê manewî gelekî bilind e, bawerî bilind e û rêhevaltî pîroz e. Ne jiyaneke takekesî ye, jiyaneke komunal û kolektîf e. Ji ber vê jî PKK partiyeke pêşeng e û bi her awayê xwe ji civakê re bûye mînak. Yên ku tevlî PKK'ê didin, dibin nirxekî gel. Piştî ku tevlêbûna nav refên PKK'ê pêk tê, hemû Kurdistan jê re dibe mal û hemû gelê Kurd jê re dibe malbat. Divê malbatên gerîlayan ji ber pêşengbûna zarokên xwe, bi wan serbilind be. Bi vê wesîleyê em hurmeta xwe nîşanî hemû dayîkên şehîdan didin. Heke bi hest, bîr û baweriyên mezin tevbigere, kesek dikare tevlî nav PKK'ê bibe. Ji ber vê jî PKK dergahekî mezin ê heqîqetê ye, ne bi tenê partiyeke siyasî û leşkerî ye.

MEŞA RÊBERTÎ GELEK QEHREMAN AFIRAND

Heke meşa rêberbûn û pêşengtiyê ya Rêber Apo tunebûya, di PKK'ê de ev îrade ew ê pêk nehata. Ew ê qehremanên wekî Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Mahsûm Korkmaz, Bêrîtan, Zîlan, Mehmet Tûnç û Çiyager derneketina holê. Heke Rêber Apo û PKK li hemberî hemû bêderfetiyan tênekoşiyana ew ê di nav Kurdan de ev qas pêşketin çênebûya. Kesên ku ji ava PKK'ê vedixwin fedakarî û cesaret bi pêş ve diçe û nirxên wan ên mirovayetiyê xurt dibe. Şehîd Mehmet Tûnç kesekî wisa ye. Di pêvajoya berxwedanê de Mehmet Tûnç di berxwedana Cizîrê de şehadet dabû ber çavên xwe û gotibû ku, ‘Em stûyê xwe xwar nakin, yên piştî me bila bi me serbilind bin.' Ev biryardarî û giyanekî fedaî ye. Ev biryardarî û giyan di dibistana PKK'ê de tê bidestxistin. Di dibistana PKK'ê de kesek çiqasî li ser meseleyan hûr bibe, ew ê ewqasî bilind bibe. PKK ji kesên ku hatine biçûkxistin, qehremanên mezin diafirîne. Îdeolojî û felsefeya PKK'ê cesaretê mezin û fedakariya abadîn dide avakirin."

BERXWEDÊRÊN LI ZINDANAN SILAV DIKIN

Karayilan di axaftina xwe de silav ji girtiyên li zindanan re şand û got, "Ez Cejna Partiyê ya hemûyan pîroz dikim. Şikandina tecrîda li Îmraliyê û têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo peywira me hemûyan e. Li zindanan jî li dijî vê jixwe berxwedan heye. Jixwe dewleta dagirker a Tirkiyeyê pergala êşkenceyê ya li Îmraliyê li hemû zindanên Tirkiye û Kurdistanê pêk tîne. Li hemû zindanan zilmeke mezin heye. Va ya me dît, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê ji bo Selahattîn Demîrtaş biryarek da û diyar kir ku pergala hiqûqê ya Tirkiyeyê neheq e. Di heman demê de siyasetmedara hêja Leyla Guven berxwedanek da destpêkirin. Berxwedana li hemberî zilma li ser siyaseta Kurd û li hemberî tecrîda li Rêber Apo, gelekî watedar e. Li ser vî esasî em hemû berxwêderên kedkar û şoreşgeran silav dikin."

BI KOMPLOYAN DIXWAZIN GEŞBÛNA TEVGERA APOYÎ ASTENG BIKIN

Karayilan bal kişand ser biryara Emerîkayê ya li ser sê pêşengan û wiha dewam kir, "Emerîkayê bi biryara xwe ya dawîn komplo nû kir. Gelo çima wisa kir? Ji ber ku komploya navneteweyî li ber hilweşandinê bû. Armanca komployê ev bû ku fikr û îdeolojiya Rêber Apo ji holê rakin û tevgera azadiyê tasfiye bikin.Lê îdeolojî û felsefeya Rêber Apo ji her demê xurttir e. Beşên girîng hene ku bi paradîgmaya Rêber Apo eleqedar dibin. Di heman demê de têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo êdî ne bi tenê li Kurdistanê, ji aliyê gelên din ve jî tê kirin. Sendîkaya herî mezin a Îngîltereyê pêşengiyê ji kampanyaya azadiyê ya ji bo Rêber Apo dike. Şoreşgerên Amerîkaya Latîn xwedî li Rêber Apo derdikevin gelek kes diyar dikin ku ew çawa ji bo Nelson Mandela têkoşiyan, ew ê ji bo Rêber Apo jî têbikoşin."

BI KOMPLOYÊN NÛ RE NIKARIN BIGIHÊJIN ENCAMÊ

Karayilan anî ziman ku biryara Emerîkayê nûkirina komployê ye û got, "Lê êdî nikarin encamekê bistînin. Ji ber ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd rêyeke dirêj derbas kiriye, li Rojhilata Navîn bûye heqîqetek. Êdî nabe ku ser vê heqîqetê were girtin. Bi demê de ev heqîqet ew ê bi pêş ve biçe. Gelê me li hemberî tecrîd û komployê ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşe. Ev têkoşîn divê were geşkirin. Em bawer in roj bi roj ew ê geştir bibe. Ev peywir li ser milên me ye. Berpirsyariya herî zêde li ser milê me, rêveberên tevgerê ye. Roja ku Rêber Apo azad bibe, em ê karibin bibêjin ku wê rojê komplo têk çûye. Heta ku Rêber Apo azad nebe, em şoreşgerên Kurdistanê û gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê nikarin bibêjin ku em bi ser ketine. Azadiya Rêber Apo, azadiya Kurdistanê ye. Hedefa me ya stratejîk ev e. Bi geşkirina têkoşînê re divê tecrîda li Îmraliyê were şikandin û têkoşîna azadiyê ya Rêber Apo were geşkirin."

ŞÎDDETA LI JINÊ HOVÎTIYA FERASETA BAVIKSALARIYÊ YE

Karayilan işaret bi têkoşîna azadiyê ya jinan kir û got, "Em têkoşîna azadiyê ya jinan silav dikin. Li Kurdistanê têkoşîna jinan a li dijî baviksalariyê roj bi roj geş dibe. Em qîma xwe bi şermezarkirina şîddeta li jinan naynîn. Divê em şîddetê ji holê rakin. Berpirsyariya me ev e. Şîddeta li ser ji ber feraseta baviksalariyê pêk tê. Divê em feraseta desthilatdariya mêran ji holê rakin. Helwesta PKK'ê li hemberî şîddeta li jinê, helwesteke xurt e. Wekî ku tê zanîn têkoşîna azadiyê ya jinan a ku Rêber Apo aniye rojevê, jinên Kurd xurttir kir. Ev têkoşîn li Kurdistanê li hemberî şîddetê bû pêngaveke mezin û îro bandora xwe li Rojhilata Navîn diyar dike. Ji bo azadiya civak û kesan divê berê jin azad bibin. PKK li ser vî esasî hatiye avakirin. PKK partiyeke jinan e, partiya têkoşîna azadiyê ya jinan e. Li ser vî esasî hebûn û têkoşîna PKK'ê têkoşîna azadiyê ya jinan e."

PROJEYA AVAKIRINA NÛ

Karayilan di axaftina xwe de çalakiyên di 9 û 10'ê Mijdarê de pîroz kir û got, "Ev pêngaveke girîng e. Rêveberiya tevgera me ev pêngav pîroz kiribû jixwe. Ev pêngav tarzekî nû ye û ew ê çalakiyên wisa bidome. Me Projeya Avakirina Nû daye ber xwe. Li ser vî esasî em dixwazin di nav gerîlayan de guherînên mezin pêk bînin û gerîlatiyeke nû ava bikin. Projeya Avakirina Nû ne projeya pêşxistina teknîkên nû ye. Bi vê projeyê de di warê tarz û baregehên gerîlayan de, di tarzê jiyanê û yê şer ê gerîlayan de hewl didin guherînekê pêk bînin. Ligel vî tiştî em dixwazin teknîka serdemê bi kar bînin û têxin xizmeta şoreşê. Li ser vî esasî gerîla li ser teknîkê dixebite. Ew ê gerîla teknolojiyê bi qasî ku dikare bi kar bîne, ew ê pêk bîne. Lê xala sereke ev e, divê em gerîlayên wisa biafirînin ku dîsîplîna xwe xurt be, nepeniya xwe xurt be, îstîxbarata dijmin têk bibe. Ev jî bi tarzê nû dikare pêk were. Heke gerîla telefon û înternetê bi kar bîne, ev nabe gerîlayê serdema nû. Divê gerîlayên serdema nû bizanibe, heke ew îstîxbarata dijmin têk bibe, ew ê bi ser bikeve. Divê ji teknîka ku dikare ji dijmin re bibe îstîxbaratê bireve. Niha gerîla wekî berê têkeve gundan nabe. Berê wisa bû, lê niha divê cihê be. Bi kurtasî divê gerîla bi plan be, bi dîsîplîn be divê dijmin nikarine îstîxbaratê jê bistîne. Bi helwesteke profesyonel gerîla dikare derban li dijmin bixe. Ji bo ku îstîxbaratê nede dijmin divê birçîbûn û tîbûna bi rojan bide ber çavê xwe lê karibe nepeniya xwe biparêze. Em dixwazin gerîlayên wisa bi plan û bi dîsîplîn ava bikin. Armanca projeya me ev e. Ligel vî tiştî cihê teknîkê jî heye. Lê ew ê şaş be ku mirov her tiştî bi teknîkê girê bide û wekî ku êdî tenê bi teknîkê ew ê şer were kirin. Nirxandina bi vî awayî wê şaş be. Ya girîng ew e ku em giranî û bala xwe bidin ser xala esasî. Xala esasî jî, weke me got; afirandina ast û performansa serketî ya gerîlayên nû li dijî dijmin e."

DEWLETA TIRK NEGIHIŞT ARMANCÊN XWE

Karayilan bal kişand ser vî tiştî ku gelê Kurd li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê îro li sê parçeyên Kurdistanê têdikoşe û got, "Ev têkoşîn gihiştiye asteke nû. Dewleta Tirk a faşîst çi ji destê wê hat, kir. Li ser Rêber Apo tecrîd pêk anî, şerekî mezin ê psîkolojîk meşand, li ser siyaseta Kurdan zilmeke mezin kir, qeyyûm şand şaredariyên Kurdan, gelek hevşaredar girt. Êdî tehamula dewleta Tirk ji muxtarên Kurd re jî nemaye. Dijmin li dijî Kurdên azad e. Jixwe dixwaze hemû Kurd jê re koletiyê bike. Dewleta Tirk tenê bi dagirkeriya Efrînê li gorî xwe tiştek bi dest xistiye. Ew jî encama wê, ew ê çawa be, hê ne diyar e. Li Efrînê hê şer heye û gelê me li wê derê li ber xwe didin. Ew ê Efrîn ji dewleta Tirk re nemîne. Ji xeynî wê li tu derê tu encam bi dest nexistine. Dewleta Tirk herî dawîn got ku di salekê de li hemberî gerîla 87.000 operasyon li dar xistine, hemû aboriya xwe dane şer, mesrefên mezin kirine lê dîsa jî nikarin pergala gerîlayan hilweşînin. Pergala me ya gerîla îro li hemû eyaletan dixebite. Li tu derê gelê me bi paş ve gav neavêt. Di hilbijartina dawîn de derket holê ku, gel li hemberî zilmê xwe diparêze lê helwesta gel a li hemberî mêtingeriyê neguheriye. Dagirkeriya Tirkan tu encam bi dest nexistiye. Heke dewleta Tirk encam bi dest bixista, ew ê pêdivî bi biryara Emerîkayê nebûya. Ji ber ku dewleta Tirk bi ser neket, niha dixwaze komployê dîsa zindî bike."

PROJEYA AVAKIRINÊ EW Ê DI SALA 41'EMÎN A PKK'Ê DE TÊKEVE DEWRÊ

Karayilan diyar kir ku dijmin seferber bûye lê bi ser neketiye. Karayilan got, "Me jî li ber xwe da, me xwe parast, gelek şehîdên me çêbûn lê li gorî serdema borî, di asta rêveberiyê de gelek şehîdên me çêbûn. Têkoşîna me bi berxwedan û kedeke mezin pêk hat. Ev jî diyar diek ku di sala pêş de, ew ê têkoşîn di asteke bilind de were kirin. Amadekariyên gerîlayan heye. Gerîla du sal in li ser Projeya Avakirina Nû dixebite ew ê di sala 41'emîn a PKK'ê de, di sala 2019'an de wê vê projeyê têxe dewrê. Lê em dizanin mesele ne bi tenê gerîlla ye. Di warê gel de jî hewldan hene, ev tişt hevdu temam dikin. Gelê me dikeve pêvajoyeke nû ya têkoşînê. Divê her kes baş bi vî tiştî bizanibe. Divê her kes xwe li gorî wî tiştî amade bike. Em dikevin saleke nû ya ku ew ê têkoşîn di asteke bilind de were kirin. Amadekariyên me hene, zemîna wê xurt bûye. Dema ku em dibêjin em hêvîdar in, em vêya wekî gotinekê nabêjin. Berxwedanên heta îro ev zemîn ava kir. Helwesta berxwedêr a Rêber Apo û ya gelê me, ji bo me peyamek e. Di vê çarçoveyê de di sala 41'emîn a PKK'ê de, em dixwazin gavên nû biavêjin. Em dixwazin sala 41'emîn a PKK'ê bikin sala serkeftinê. Bi van hêvî û baweriyan, di meşa sala 41'emîn de em di rêya azadiyê ya Rêber Apo û ya azadiya Kurdistanê de serkeftinê ji hemû gel, dost û rêhevalên xwe re dixwazin û careke din Cejna Partiyê li wan pîroz dikin."