Li Awûstralyayê 28 balînayan xwe li peravê xistin

Li başûrê rojhilatê Awûstralyayê 28 balînayan xwe li peravê xistin.

Roja Sêşemê li eyaleta Vîctorîayê li Parka Neteweyî ya Croajîngolongê pîlotekekî ji hewayê dît ku 28 balînayan xwe li peravê xistine.

Rayedar çûn peravê û li rewşê nihêrîn. Rayedaran dîtin ku 8 balîna hê sax in lê roja Çarşemê dema hatin vê derê, dîtin ku hemû balîna mirîne.

Rayedarekî rêveberiya Parka Vîctorîayê Gaîl Wrîght diyar kir ku ew li ser rewşê lêkolînê dikin. Rayedar got ku, “Ev rewşeke seyr e, hê nayê zanîn ku çima balîna xwe li peravê dixin. Ji sala 1980’an û vir ve hê tu carî evqas balînayan xwe li peravê nexistine.”

ROJA ŞEMIYÊ JÎ 145 BALÎNA MIRÎBÛN

Roja Şemiyê li Girava Stewartê ya li başûrê Yenî Zelandayê li peravekê 145 balînayên pîlot hatibûn dîtin. Nîvê balînayan hê sax bûn lê ji ber ku li dûr bûn operasyonên rizgarkirinê ew ê dijwar bûya, ji ber vê jî otenazî hatibû kirin.

Sedema ku balîna xwe li peravan dixin hê baş nayê zanîn. Ji ber nexweşî, kêmbûna ava behrê, şertên hewayî yan jî ji ber şopandina heywanên dirinde ev tişt pêk tê.