Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

Li Rojava û Başûrê Kurdistanê jin ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê li qadan bûn.

Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê, li Bakurê Kurdistanê çalakî hatin kirin.

Li gelek bajarên Ewrûpayê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê meş û semîner hatin lidarxistin.

Li navçeya Sepolê Zehab ya bajarê Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê bi pîleya 6.7 erd hejiya.

Salvegera damezirîna 40'î ya PKK'ê li Zagrosan bi tevlêbûna bi sedan gerîlayan bi rengekî bi heybet hate pîrozkirin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan: Dijmin hewl dide xwe nû bike û dest bi sala 41'ê bike. Lê qels e. Em hîn bi xurtî û rêxistinbûyî dest bi sala nû dikin. Îdîaya me mezin e, serketina me jî wê mezin be.

YPG'ê li ser rêya gundê Birc Heyder ê navçeya Şêrawa ya Efrînê li dijî wesayiteke çeteyan çalakiya sabotajê kir. 2 çeteyên di hundirê wesayitê de bûn bi giranî birîndar bûn.

HPG'ê diyar kir, balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li herêma Metînayê barandin û ragihand, ti ziyan negihişatiye gerîlayên wan.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 14 şervanên YPG’ê eşkere kir yên di dîroka 22-23’ê Mijdarê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn.

Rûsya bi balafirên şer li Îdlibê xist. Hate ragihandin ku di bombebaranê de çete bûne hedef yên ku li Helebê çekên kîmyewî bi kar anîne.

DAÎŞ'ê li herêmên Mûsil û Anbarê yên Iraqê êrîş anî. 4 polîs hatin kuştin û 6 jê birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand ku ji ber lêhiya li welat 10 kes mirîn û 22 kes jî birîndar bûne.