Çalakiyên 25’ê Mijdarê didomin

Li gelek bajarên Ewrûpayê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê meş û semîner hatin lidarxistin.

Jin bi wesîleya 25’ê Mijdarê çalakiyên cihê li dar dixin. Bi meş, semîner û panelan ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê çalakî hatin lidarxistin.

BRUKSEL

Li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye gelek rêxistinên jinan bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê meşek lidarxistin. Jinên ku endamên TJK-E’yê ne jî, bi ala û flamayên xwe tevlî meşê bûn.

Di mîtîngê de her kesî zimanê xwe daxuyanî da û sloganên ‘Jin, jiyan,azadî’ û ‘Destê xwe ji ser bedena min bikişîne’ hate berzkirin.

Piştî mîtîngê meş hate lidarxistin.

VÎLLÎER LE BEL

Li banlîyoya Vîllîer Le Bel a Parîsê ya Fransayê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê panel hate lidarxistin.

Di panelê de qala têkoşîna jinê û dînamîkên civakî yên têkoşîna jinan hate kirin.  Çalakgera Tevgera Jinên Kurd a Fransayê Leyla Şoreşger tevlî panelê bû û got ku, “Êrîşên wekî tacîz, tecawiz û qetlîamê yên ku li ser jinan tê kirin, îro jî tê kirin.” Şoreşger diyar kir ku divê feraseta mêrsala bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were guherandin.

LÛZERN/AARAÛ

Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê li bajarên Lûzern û Aaraû yên Swîsreyê panel hatin lidarxistin.

Di panelan de hate diyarkirin ku şîddeta mêran û dewletê ya li ser jinê roj bi roj zêde dibe û di her qada jiyanê de derdikeve holê û bi têkoşîna jinan ew ê şîddeta li jinê were pûçkirin.

DEN HAAG

Li bajarê Den Haagê yê Hollandayê di çarçoveya kampanyaya TJK-E’yê ‘Şîddeta li jinê polîtîk e’ meş hate lidarxistin.

Bi sloganên ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘Bijî azadiya jinan’ meşek hate lidarxistin û piştî meşê li navenda bajêr mîtîngeke girseyî hate lidarxistin.

Piştî mîtîngê li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Den Haagê jin hatin ba hev û li vê derê şanoyeke kurt hate pêşkêşkirin.