Balafirên şer ên Rûsyayê bombe li Îdlibê barand

Rûsya bi balafirên şer li Îdlibê xist. Hate ragihandin ku di bombebaranê de çete bûne hedef yên ku li Helebê çekên kîmyewî bi kar anîne.

Balafirên şer ên Rûsyayê piştî lihevkirina Rûsya û Tirkiyeyê ya 17’ê Îlonê cara yekemîn bombe li Îdlibê barandin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku beriya êrîşa hewayî Tirkiye hatiye agahdarkirin a ku garatorê çeteyan e.

Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku piştî lihevkirina Rûsya û Tirkiyeyê ya 17’ê Îlonê care yekemîn li dijî Îdlibê êrîşa hewayî pêk hat. Hate diyarkirin ku di êrîşa hewayî de herêma El Raşîdîn, Han Toman bûne hedef û hêzên rejîma Sûriyeyê jî top avêtine rojhilat û bakurê rojhilatê Helebê.

Rûsyayê ragihandin ku di êrîşa duh ya li dijî Helebê de gaza klorîn hatiye bikaranîn û êrîş ji aliyê çeteyên El Nûsra ve hatiye kirin.