Ji Minbicê heta Silêmaniyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

Li Rojava û Başûrê Kurdistanê jin ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê li qadan bûn.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya Kongreya Star ji bo 25’ê Mijdarê meş hatin lidarxistin. Bi hezaran jin beşdarî meşan bûn û peyamên berxwedan û rêxistinbûyînê dan. Li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê jî jin ji bo 25’ê Mijdarê daketin qadan.

MINBIC

Li bajarê Minbicê ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê li qada giştî ya bajêr bi beşdarbûna sedan çalakiyek hate lidarxsitin.

Di çalakiyê de ala Meclîsa Jinan a Minbicê, Meclîsa Jinên Sûriyê û pankartên bi nivîsa "Na ji koletiya jinan re”, “Azadiya jinan rûmeta wan e” û “Dest bi dest em ê sîstema faşîst hilweşînin" hatin hildan.

Di çalakiyê de berdevka Meclîsa Jinan a Minbicê Îbtîsam Ebdulqadir axivî û diyar kir ku 25’ê Mijdarê bala her kesî di cîhanê de kişand ser zilm û şîdeta ku li hemû cîhanê li jinan tê kirin. Îbtîsam got; “Ji ber zîhniyeta desthilatdar û bandora wê li ser civakê, şîdet li jinan tê kirin û hemû mafên wan ji wan hatine standin.”

Seroka Komîteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Meha El-Elî û Cîgira Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê Nûr El-Hamid jî axivîn.

Di dawiya çalakiyê de şanoyek bi navê "Şîdeta li jinan" ji aliyê Koma Jinên Ciwan ve hate pêşkêşkirin.

ŞEHBA

Bi hezaran jinên kantona Efrîn û Şehbayê jî ji bo 25’ê Mijdarê meşiyan. Jinên kantona Şehbayê bi rengên xwe tev li meşê bûn. Di meşê de alayên Yekîtiya Jinên Ciwan, Kongreya Star û gelek pankart hatin hildan.

Meş ji rêya navçeya Ehdasê dest pê kir. Di meşê de dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin, her wiha şaxên zeytûnan hatin hildan.

Meş li qada gund veguherî mitîngê. Di mitîngê de endama Kongreya Star a kantona Efrînê Şîraz Hemo destnîşan kir ku meşa wan mînaka îrade û berxwedanê ye û got ew tu carî derfetê nadin tu kesî ku şîdetê li ser jinan bimeşînin.

Piştre hevseroka kantona Şehbayê Heyfa Hisên destnîşan kir ku jinên ku di nava dîrokê de zilm, zor û şîdet li ser hate meşandin ew in ku li dijî tundiyê li ber xwe didin û mînaka wê jî her sê xwişkên Mîrebal in. Heyfa destnîşan kir ku jin rastî hemû cureyên şîdetê tên, ji ber divê hemû civak ji bo azadiyê jinan û piştgirtiya wan têbikoşe.

Meş bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

HESEKÊ

Li Kantona Hesekê ji bo 25’ê Mijdarê meşek hate lidarxistin. Jinên Til Temir, Hesekê, Dirbesiyê û Zûrganlî li gundê Esfûriyê ya Til Temirê li hev civiyan. Di meşê de alayên Kongreya Star û TEV-DEM, pankarta ‘Şîdeta li dijî jinê windakirina exlaq e’ hate hildan. Meş heya gundê Nesrî yê Tl Temir dewam kir û li gund veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de destêpêkê qeqîqeyek rêz hate girtin. Piştre jin axivîn û wiha gotin; “Heta jin azad nebe civak jî azad nabe. Bi hedefkirina jinan re dixwazin civakê kole bikin. Bi ruhê azadiyê em ê jinên ku tundî li wan tê kirin, azad bikin. Divê hemû jin xwedî li mafên xwe derbikevin. Wekheviya gelan bi edaleta jina û civaka bi hêz re mumkun e Li Rojava bi pêşengiya jinan em ê hemû jinên Sûriyeyê azad bikin.”

Mîtîng bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.

QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li jinê meşek li dar xist. Meş ji ber Çerxerêya Şehîdên Enternasyolîst a bajar dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ala, sembolên Kongreya Star û YPJ`ê hatin hildan.

Şandeyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, saziyên civaka sivîl û ciwanên şoreşger û her wiha gelek şênî tev li meşê bûn.

Meş li Stada Şehîd Heysem Kuço veguherî mitîngê. Di mitîngê de hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif axivî.

Foza Yûsif destnîşan kir ku hemû qanûnên navdewletî îsbat dikin ku tundiya li jinan binpêkirina mafên mirovan e lê tevî wê jî li hemû cîhanê jin têne qetilkirin, tecawizkirin û rastî şîdetê tên û wiha pêde çû; "Li Rojava û Bakurê Sûriyeyê şoreş bi pêşengiya têkoşîn û îradeya jinan bi rê ve diçe. Ji ber ku jinên Bakurê Sûriyeyê ji aliyê zihniyeta desthilatdar û kiriyarên çeteyên DAIŞ`ê rastî kiriyarên hovan hatine."

Bi navê Kordînasyona Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Nezîra Gewriyê diyar kir ku zihniyeta desthilatdar hemû cîhan xistiye bin serweriya xwe, jin ji mafê wê bêpar hiştin, ew weke kole di hemû aliyên jiyanê de bi kar anî lê jinan hemû zehmetî û êşên xwe kirin têkoşîna ji bo bidestxistina azadiyê.

Endama Kongreya Star a ji pêkhateyên Ereb Sûad Hesen destnîşan kir ku şîdeta Ii ser jinan şîdeta li ser hemû civakê ye ji ber jin hemû civak e.

Her wiha bi navê Tevgera Jinên Sosiyalîst Bêrîtan Asiya got, têkoşîna her sê xuşkên Mîrebal ku ji aliyê dîktator Torxîlo hatin qetilkirin silav kir û diyar kir jinên Rojava û Bakurê Sûriyê têkoşîna wan bi saya şehîd Avesta, Arîn û bi hezaran şehîdên mîna wan, didomînin. Bîrîtan got şehîdan li dijî faşîzm û hovîtiya çeteyên DAIŞ`ê heta dawiyê li ber xwe dan.

Mitîng bi dirûşmeyên silavkirina têkoşîn û berxwedana jinan û xelekên dîlanê bi dawî bû.

GIRÊ SPÎ

Bi dirûşmeya "Azadiya rêber Apo azadiya jinan e" şêniyên herêma Firatê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinan, meşek li kantona Girê Spî li dar xist. Bi sedan şêniyên herêma Firatê beşdarî meşa girseyî ya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinan bûn. Meş ji aliyê Kongreya Star a harêma Firatê ve hate lidarxistin.

Di meşê de bi sedan jin, zarok kal û pîr amade bûn, her wiha alayên YPJ’ê û wêneyên şehîdên jin û zaroka şehîd Sara Mistefa hatibûn hildan. Meşê ji Qada Qefes dest pê kir û heta Qada Azadî dewam kir.

Li Qada Azadî meş veguherî mîtîngê. Paşê daxuyaniyek li ser navê Kongreya Star a kantona Girê Spî ji aliyê Fadya Şerîf ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de îşaret bi hewldanên derxistina tevliheviyan hate kirin û hate diyarkirin ku kuştina Îbrahîm El-Hesen, Umer Eloş û herî dawî Beşîr El-Fêsel ji bo derxistina tevliheviyê di navbera pêkhateyan de ye. Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ew êrîşên ku li gelê Bakurê Sûriyê tên kirin, em tu carî li ser xaka xwe qebûl nakin û em ne dijminên welatê xwe ne ku dagirkeriyê li ser xwe qebûl bikin. Em tevahî jin, em ê heta dawiyê li dijî van kiryaran têbikoşin û Sûriyeyeke demokratîk ava bikin."

Piştî daxuyaniyê hevseroka Rêveberiya Xweser a kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl 25’ê Mijdarê li hemû jinan pîroz kir û got piştî berxwedaneke bêhempa jinan xwe di her saziyekê de bi cih kir û wiha dewam kir: "Ev jî bi saya hevalên jin ku ji bo azadiya jinan serî hildan û şehîd bûn pêk hat.”

ŞENGAL

Li bajarokê Xanesorê ji bo 25’ê Mijdarê ji aliyê rêveberiya YCJE û TAJÊ ve semînerek hat dayîn. Di semînerê de rêvebera TAJÊ Ferîde Şengalî û Nahla Yûsif axivîn. Di semînerê de hat gotin ku jin ji hemû demî xwe bi rêxistin kirine û dikarin li dijî şidetê serî hildin.

Piştî semînerê meşek girseyî hat li darxistin, di meşê de alayên tevgera TAJÊ hatin rakirin û bê navber dirûşmeyên ‘Jin jiyan azadî’ hate berzkirin. Piştî meşê daxuyaniyek ji aliyê endama meclîsa TAJÊ Xoxê Cindêva ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji her alî ve êrîş li ser jinê dewam dikin, bi taybet di vê serdemê jinên ku herî di şert û mercên zor dijîn, jinên Êzidî ne.

Piştî daxuyaniyê meş bi dirûşmeyên ‘Jin jiyan e, jiyanê nekuje’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ bi dawî bû.

HELEBÇE

Ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Jinê îro li ber Ofisa Mafê Mirovan a Herêma Kurdistanê ya Helebçe bi beşdarbûna endamên rêxistin, sazî û welatiyên Helebçe meşek hate lidarxistin. Meşê heta ber avahiya Walîtiya Helebçe berdewam kir. Waliyê Helebçe Azad Tofîq û Alîkarê wî Kawe Elî pêşwaziya jinan kir. Piştre ji aliyê jinan ve daxuyanî hate dayîn.

Daxuyanî ji aliyê Berdevka Ofîsa Mafê Mirovan ya Herêma Kurdisanê Gulistan Ehmed ve hate xwendin. Gulistan Ehmed diyar kir ku divê jin werin parastin û navendeke parastin û têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinan li Helebçe were vekirin. Herwiha Gulistan Ehmed got, divê ji bo jinan derfetên kar werin afirandin.

Piştre ji Waliyê Helebçe Azad Tofîq axivî û dyar kir ku daxwazên jinan rewa ne û got; “Me biryar daye ku navendeke ya rêveberiya têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinan li Helebçe bê vekirin. Wê di demek nêz de navend were vekirin. Ev yek peywendî bi daxwazên jinan re heye. Ji bo pêkanîna daxwazên jinan em ê hewldanên ciddî bikin."

LI RAPERÎNÊ ÇALAKÎ

Li aliyê din li Raperînê ji bo 25’ê Mijdarê bi beşdarbûna gelek jinan çalakiyek hate lidarxistin.

Qisekeran di çalakiyê de gotin şîdeta li jinê di sala 2018’an li herêma Raperînê zêde bûye û banga têkoşîna bihêz a li dijî şîdetê kirin.

SILÊMANÎ

Rêxistina Jinên Kurdistanê Li Parka Nalî ya Silêmaniyê ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Jinê saet 10.00'an de çalakiyek lidar xist. Di çalakiyê de şîdeta li hemberî jinê hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de Rêxistina Jinên Kurdistanê ev daxwaz pêşkêş kir; "Ji bo nehiştina kuştina jinan, pêwîst e planek nîştimanî were danîn. Ji bo nehiştina şîddetê, yasaya navnetewî li berçav were girtin. Di nav welatiyan de kampanyayên şiyarkirina li dijî şîdetê werin zêdekirin. Kujerên jinan werin dadgehkirin û bi ti awayî neyên efûkirin."

Çalakî bi dirûşmeyên 'Ji şîdetê na', 'Ji bo cezakirina kujerên jinan re erê' bi dawî bû.

MEXMÛR

Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Jinê meşek girseyî hate lidarxistin. Meş ji ber avahiya şaredariya wargehê dest pê kir û bi daxuyaniya çapemeniyê li ber deriyê nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi dawî bû. Bi hezaran xwendevan, mamoste û gelê wargehê beşdarî meşê bûn.

Di meşê de pankartên 'Bi felsefeya Rêber Apo jin li hember desthilatdariya mêr têdikoşe', 'Jin rabin ser piyan ji bo Efrînê', 'Na ji bo tundiya li jinê', 'Hêza jinên rêxistinkirî wê faşîzmê hilweşîne û azadiyê serbixe' û bi wêneyên li ser şîdeta li ser jinê hatin hildan. Her wiha posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên, PKK û KCK'ê hatin berzkirin.

Girse li ber deriyê Nûnertiya NY'ê kom bû û ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin. Piştre Endama Meclîsa Îştar Fadîle Tok li ger girîngiya rojê axivî û got; “Di serî em şîdeta li hemberî jinan şermezar dikin. Di heman demê de bi munasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî jinan di kesayeta her sê xwişkên Mîrabal de û ji bo tevahî şehîdên Kurdistanê em carek din soza xwe dubare dikin."

Endama Meclîsa Îştar Fedîle Tok wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bila tevahî hêzên desthilatdar bizanin ku wê ti carî hêza jinê neyê windakirin. Tevgera Azadiya Kurdistanê bi fikrên Rêber Apo hatiye perwerdekirin û wê ti carî ev fikir ji aliyê ti hêzên desthilatdar û dagirker ve neyê tinekirin."

Meş bi dirûşmeya 'Jin Jiyan Azadî', 'Bijî Serok Apo' û 'Kesek nikare roja me tarî bike' bi dawî bû.