Li Iraqê ji ber lêhiyê 10 kes mirin
Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand ku ji ber lêhiya li welat 10 kes mirîn û 22 kes jî birîndar bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand ku ji ber lêhiya li welat 10 kes mirîn û 22 kes jî birîndar bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand ku li tevahiya welat ji ber lêhiyê 10 kes mirine û 22 kes jî birîndar bûne.
Li wîlayeta Selahaddîn ku herî zêde baran lê barî 5 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.
Li Besrayê jî ji ber baranê avahiyek hilweşiya û 3 kes dibin enkazê de man. Kesek mir herdu kesên din bi birîndarî hatin rizgarkirin.
Li Zîqarê jî ji ber lehiyê dayikek û zarokê wê mirin û bav jî birîndar bû.
Li wilayeta Wast jî kesek mir û 2 kes jî birîndar bû.
Hate ragihandin ku li wîlayeta Selahaddîn zêdetirî 3 hezar xanî hilweşiyane. Gelê herêmê banga alîkariya lezgin kirin.