Kalkan: Em hîn bi xurtî dest bi sala 41'ê dikin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan: Dijmin hewl dide xwe nû bike û dest bi sala 41'ê bike. Lê qels e. Em hîn bi xurtî û rêxistinbûyî dest bi sala nû dikin. Îdîaya me mezin e, serketina me jî wê mezin be.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bi wesîleya salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê bersiv da pirsên ANF'ê  û qala armanc û têkoşîna xwe ya sala 41'ê kir.

Kalkan diyar kir, di xeta Rêbertî û şehîdan de ew dersên rexnedayinê ji sala 40'î derdixînin û li ser vê bingehê hîn bi rêxistinî, bi biryar û bi plan dest bi sala 41'ê dikin.

PÊVAJOYEKE NÛ YA BERXWEDANÊ DEST PÊ DIKE

Kalkan bi bîr xist, salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê li her derê bi coşeke mezin tê pîrozkirin û got, "Cejna vejîn û avabûnê ya gelê Kurd tê pîrozkirin. Gelê me û dostên me bi bawerî û hêviyeke mezin li paşerojê dinerin. Bi coş û kêfa xweş salvegerê pîroz dikin. Li her qadê hewl didin rastiya Rêbertî û PKK'ê fêhm bikin. Bi şiyara 'Em tecrîdê û faşîzmê bişikînin' pêvajoyeke nû ya berxwedanê dest pê dike."

'BIRYARA DYA'YÊ NÎŞANEYA TÊKÇÛNA KOMPLOYÊ YE'

Kalkan işaret bi biryara Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li dijî rêveberên PKK'ê kir û got, "DYA ku pêşengê komploya navneteweyî ye, hewl dide komployê ji nû ve bi rêxistin bike, nû bike û komployeke nû bide destpêkirin. Biryara wan a dawî ku tê wateya êrîşa li dijî rêveberiya me, nîşaneya vê yekê ye. Ya rast, ev biryar nîşan dide ku di 20 salên dawî de, bi taybetî jî di 40 salên têkoşîna partiya me de komployên navneteweyî hatine têkbirin. Eger ne welê bûya, DYA û hevalbendên wê, biryareke ku dişibe biryara beriya 20 salan a li dijî Rêber Apo, wê li dijî rêveberiya me nedabûya."

Kalkan diyar kir, ev biryar mikurhatina li têkçûna xwe ye û got, "Ne diyar e ku wê bi çi rengî tevbigerin. Lê belê bi vê yekê re dixwaze êrîş bike, serê mirovan tevlîhev bike, hin aliyên Kurdan bitirsîne û Kurdan ji hev parçe bike."

'EM LI BER SERKETINÊ YE'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan anî ziman ku faşîzma AKP-MHP'ê ya ku bi polîtîkaya înkar û tinekirinê tevdigere li ber têkçûnê ye û wiha dewam kir: "Tevgera me û gel gelekî xurt in. Li gorî 20 sal beriya niha em hîn xwedî tecrûbe û destketiyan e. Em li ber serketinê ne. Eger em têkoşîna xwe bidomînin, êrîşan bişikînin, hingî wê têkoşîna azadiyê bi ser bikeve. Divê ev yek were dîtin."

'DYA'YÊ BI BIRYARA XWE YA DAWÎ RE QÎMETÊ XWE YÊ LI CÎHANÊ WINDA KIR'

Kalkan got, divê ev êrîş cidî were dîtin û wiha bi mijarê daket: "Paşverûtiya înkar-tinekirinê û global eger firsendê bibîne wê bixwaze Kurdan qir bike. Dixwaze PKK'ê tasfiye bike, Kurdan parçe bike û polîtîkaya xwe ya înkar û tinekirina Kurdan bidomîne. Ev rewşa metirsîdar hê jî heye. Hîn bi temamî ji holê ranebûye. Divê kes şaşitiyê neke. Lê eger têkoşîn were kirin, ew gelekî qels e. DYA'yê 5-6 salên dawî li hin deveran bi taybetî li Rojava bi helwest û têkiliya xwe ya bi Kurdan re li cîhanê bû xwedî qîmet. Lê niha ev yek jî ji dest da. Civaka Kurd, gel, hêzên demokrasiyê ji vê biryarê gelekî aciz û bi hêrs in. Prestîja DYA'yê têk diçe. Xwe xist vî halî. Qaşo wê hinekî destekê ji TC'ê bigire, têkiliya TC-Rûsyayê qels bike û di destwerdana Îranê de faşîzma AKP-MHP'ê bi kar bîne. Di oxira vê yekê de hewl dide destekê bide qirkirina Kurdan. Tinekirina Kurdan dipejirîne, dibe hevparê vî sûcî. Bi piştgiriya ji bo faşîzma AKP-MHP'ê re dixwaze ji Rûsyayê qut bike û li dijî Îranê bi kar bîne. Di oxira berjewendiyeke welê erzan, teng, siyasî û leşkerî de li dijî jiyana azad a gelê mezlûm ê qedîm, li dijî Kurdan şer dike. Biryarên nû yên komployê digire. Pêwîste ev yek were dîtin û pêşî li komplogeran bê girtin."

'LI DIJÎ ÊRÎŞAN DIVÊ GEL Û PARTIYÊN KURDAN BIBIN YEK Û LI BER XWE BIDIN'

Kalkan got, "Dijmin dijminatiyê dike" û wiha dewam kir: "Divê em cidî bibînin. Qelsiyên wê jî bibînin. Ya girîng û esasî ew e ku em hişyar bin. Li dijî van dek û dolaban, li dijî êrîşan divê em yekîtiya Kurdan, Kongreya Neteweyî ya Kurd pêk bînin. Pêwîste gelê me û dostên me li her cihî li dijî van êrîşan li ber xwe bide, hemû partiyên Kurdan jî helwesteke zelal nîşan bidin û bibin yek. Li dijî êrîşa nû ku DYA'yê daye destpêkirin, pêwîstî bi têkoşînê heye. Ev êrîş li dijî her kesî hatiye kirin. Ne tenê li dijî rêveberên PKK'ê. Di şexsê wan de li dijî azadiya Kurdan, li dijî siyaset û partiyên Kurdan hatiye kirin. Li dijî hemû hêz û partiyên şoreşger e. Li dijî demokrasiya Rojhilata Navîn û gelemperiya cîhanê ye. Ji ber vê yekê, divê her kes vê lîstikê bibîne, helwestê nîşan bide û li hemberî van êrîşên faşîst bibin yek wicûd. Eger ev bibe, wê serketin pêk were."

'DI SALA 41'Ê DE ÎDÎAYA ME MEZIN E, SERKETINA ME JÎ WÊ MEZIN BE'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kalkan di dewama hevpeyvînê de işaret bi sala 41'ê ya PKK'ê kir û got, "Dijmin hewl dide xwe nû bike û dest bi sala 41'ê bike. Lê qels e. Ya girîng û esasî, jinûve rêxistinbûn û nûbûna rêveberiya me ya partiyê ye ku di civîna navendî de pêk hat. Em hîn bi xurtî û rêxistinbûyî dest bi sala nû dikin. Îdîaya me mezin e, serketina me jî wê mezin be. Me îlan kir ku sala 41'ê bibe sala azadiya Rêber Apo û azadiya Kurdistanê. Ji ber vê yekê me dest bi têkoşîna 'Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê têk bibin, Kurdistanê azad bikin' kir. Li ser xeta berxwedêriya fedayî ya 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' a li dijî komployê û li ser bingeha dirûşma hate bilêvkirin, em ê sala 41'ê bikin sala têkoşîneke xurt. Di vê salê de em ê hîn bi xurtî bi ser bikevin. Biryardarî û îradeya me, gelê me û tevgera me bi vî rengî ye. Em ê teqez bi ser bikevin. Li ser vê bingehê cejna partiyê li Rêber Apo, gel, hevrê û dostên me pîroz dikim. Em bang li her kesî dikin ku li her deverê bi coş û kelecaneke mezin tevlî pîrozbahiyan bibin."