Li Kurdistanê jin li dijî tundiyê li ser piyan in

Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê, li Bakurê Kurdistanê çalakî hatin kirin.

Li Êlihê, Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Êlihê li ber avahiya partiyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di çalakiyê de ku aktîvîstên TJA'yê û Parlamenetera Êlihê Ayşe Acara Başaran hazir bûn, pankarta bi nivîsa 'Jin Jiyan Azadî' hate vekirin. Polîsên Tirk dor li çalakiyê girtin.

Başaran di çalakiyê de axivî û bal kişande ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven. Başaran got, "Daxwaza Guven ew e ku tecrîdkirina Rêzdar Ocalan biqede. Em jin baş bi tecrîdê zanin. Ev bi hezaran sal in jin tecrîdkirî ne. Em xwedî li daxwaza Guven derdikevin."

ŞIRNEX

Li Şirnexê jî Meclîsa Jinan a HDP'ê, li Silopyayê li ber avahiya partiyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Li dijî tundiya dewleta nêr hevgirtina jinan" hate vekirin û dirûşma 'jin jiyan azadî' hate gotin.

RIHA

Bi pêşengiya Platforma Jinan a Rihayê jin hatin cem hev û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di çalakiyê de Parlamentera Rihayê ya HDP'ê Ayşe Surucu û parlamentera Stenbolê Oya Ersoy, Hevseroka KESK'ê, endamên DBP, ÎHD, CHP, Kadin Yaşamevî û Dayikên Aştiyê hazir bûn.

Daxuyanî li ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan hate dayin. Polîsên Tirk daxuyaniyê dor li jinan girtin. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Li ber tundiya li jinê raweste" hate vekirin. Hevseroka DBP'ê ya Bajêr Sema Sema Aîşeoglû got, AKP bi îdeolojiya paşverû ji bo ku civakê bi rehetî kontrol bike û rê ve bibe hewl dide ku jinê di nav malê de hesp bike.

DÎLOK

Platforma Jinan a Dîlokê jî li Yeşîlsuyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa, "Em ê azadiya xwe bi dest bixin, dawî li serweriya mêr zilêm bînin" hate vekirin. Wêneyên jinên ku sala 2018'an li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hatin kuştin li Yeşîlsuyê bi daran ve hatin daliqandin.

DERSIM

Platforma Jinan a Dersimê jî li Meydana Seyid Riza daxuyaniyek da çapemeniyê. Dema daxuyaniyê gelek jin hazir bûn, wêneyên jinên ku hatine kuştin hatin hildan û wêneyên Sîsê Bîngol a girtî ya 85 salî hate hildan. Li ser navê platformê di axaftinan de hate gotin jin li dijî dîktatoriyê, her cure tundiyê, şer, tacîz, tecawiz, hejarî û tinekirina gelan, li dijî newekhevî û paşverûtiyê wê têkoşîna xwe dewam bikin.

WAN

Li Wanê li gel astengiya polîsan jî jin bi pêşengiya Platforma Ax Tamarayê heta bi Parka Mûsa Anter a Aştiyê meşiyan. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Em hezkirina ku dikuje naxwazin, xweparastin maf e, jin derkevin qadan" hate vekirin.

Di çalakiyê de jinan gotin, "Em bêdeng namînin, natirsin û rajêrî we nabin", "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana jinan."