DAÎŞ'ê li Mûsil û Anbarê 4 polîs kuştin

DAÎŞ'ê li herêmên Mûsil û Anbarê yên Iraqê êrîş anî. 4 polîs hatin kuştin û 6 jê birîndar bûn.

Van demên dawî DAÎŞ'ê li Iraqê êrîşên xwe zêde kirine. Şevê din bi mayina ku DAÎŞ'ê li Mûsil û Anbarê danî 4 polîs hatin kuştin û 6 jê birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ji kanên ewlehiyê yên Iraqê, li Badûşê ya bakurê Mûsilê dema ku konvoya hêzên ewlehiyê derbas dibûn 2 bombe teqiyan û di bûyerê de 3 polîs mirin, 2 polîs jî birîndar bûn.

Her wiha li Anbarê jî mayin teqiya, polîsek mir, 4 polîs birîndar bûn.

Van demên dawî êrîşên DAÎŞ'ê yên li bajarên cuda yên Iraqê zêde dibin. Bi taybetî li Selahaddîn, Nînova û Diyalayê sivîl û hêzên ewlehiyê dibine hedef.