Li Kirmanşanê bi pîleya 6.5 erd hejiya

Li navçeya Sepolê Zehab ya bajarê Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê bi pîleya 6.5 erd hejiya.

Erdhej li gelek bajarên Başûrê Kurdistan, Iraq û Îranê jî hate hîskirin. Ji ber erdhejê xetên elektirîk, telefonan qut bû û têkildarî kesên ku mirine, agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Îşev seat 20:07'an  li bajarê Silêmanî, Helebce yên Başûrê Kurdistanê, Iraq, lbajarên Îlam, Loristan, Kirmanşan, sine û Ûrmiye  û herêmên sînorê Rojhilatê Kurdistanê erd hejiya. Navenda erdhejê navçeya Serpolê Zehab a bajarê Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê bû.

Çavdêrxaneya Zanîngeha Tehranê ragihand ku erdhej bi pileya 6.5 bû û navenda erdhejê 17 kîlometre ji navçeya Serpolê Zehab ya bajarê Kİrmanşan a Rojhilatê Kurdistanê dûre.

Di erdhejê de têkildarî windahiyên canî heta niha agahiyên zelal nehatine bidestxistin, diyar bû xetên elektirîk û telefonan ên gundên Kasr-î Şirîn, Gîlazar û Serpolê Zehab qut bûne. Li Serpolê Zehab, Kirmanşah, Ciwanro, Îlam, Kasr-î Şirîn gel malên xwe terikandin û daketin kolanan.

Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku li Gîlanzar û Kasr-î Şirîn zirarek mezin a madî çêbûye û gelek mal hilweşiyane.

Berpirsê Rewşên Lezgîn a Kirmanşanê Celîl Balayî daxuyanî da û diyar kir ku di erdhejê de heta niha 75 kes ji bo tedawiyê rakirine nexweşxaneyê.

Sala derbasbûyî jî di heman dîrokê li Kirmanşan û navçeyên wê erdhej çêbûbû. Di erdhejê de gelek kes miribûn û beşek mezin ê gel jî hê di konan de dijîn.