Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasû, li dijî biryara DYA'yê ya li ser girtina sê rêveberên PKK'ê helwest nîşan da û got, ''Gelê me û hêzên demokrasiyê divê têkoşînê zêdetir geş bikin.''
Nûrî yê 8 salî ku piştî dewleta Tirk Efrîn dagir kirî demekê neçar ma ku li Efrînê bijî, ji ber tirsa ku jiyayî beriya ku dagirkerî bi dawî bibe dixwaze li Efrînê vegere.
HPG'ê gerîlayên ku li Semsûrê şehîd bûbûn bi hurmet bi bîr anî û got, ''Bîranînên Azîz û hevrêyên me wê tim di nav têkoşîna me de bijîn''.
Li Colemêrg, Riha û Edeneyê ji bo Leyla Guven a ku li hemberî tecrîda Îmraliyê ketiye greva birçibûnê, grevên birçîbûnê yên ji bo piştgiriyê hatin destpêkirin.
AKP li xwe mikûr hat ku li Efrînê talanê dikin. Wezîrê Tirk Bekîr Pakdemîrlî wiha got; “Em naxwazin dahat bikeve destê PKK’ê. Em dixwazin dahata li Efrînê bikeve destê me.”
Rûspî û hemû eşîrên Serêkaniyê, êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakurê Sûriyeyê şermezar kirin. Eşîretan peyama wê li dijî êrîşan li ber xwe bidin dan.
Keştiya koçberan a ji Lîbyayê ber bi Îtalyayê ve diçû noqî avê bû û bi dehan koçber mirin.