Karasû: Li dijî biryara DYA'yê têkoşîn divê were geşkirin!

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasû, li dijî biryara DYA'yê ya li ser girtina sê rêveberên PKK'ê helwest nîşan da û got, ''Gelê me û hêzên demokrasiyê divê têkoşînê zêdetir geş bikin.''

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasû biryara xelatdayinê û girtinê ya DYA'yê ya li ser sê rêveberên PKK'ê yên Tevgera Azadiyê ji ANF'ê re nirxand.

Karasû got, gelê Kurd çawa 1998'an komploya li ser Rêberê Gelê Kurd pûç kiribe, wê vê komployê jî pûç bike û  wiha axivî: ''Di salvegera 21'an a Komploya Navdewletî de biryara DYA'yê ya li ser qedroyên pêşeng û endamên rêveberiyê ya Tevgera Azadiya Kurd, berdewama komployê ye. Divê mirov bipirse bê ka DYA li ser navê kê, ji bo kê ev biryar standiye. DYA bi kîjan maf û rayeyê biryareke wiha distîne. An jî bi kîjan hincetê biryareke wiha distîne? Bi rastî jî zehmet e ku mirov fêhm bike. DYA divê êdî zanibe cîhan mîna rojavaya hov nikare were rêvebirin. Heke keleşiyek li holê hebe, ev kirina DYA'yê keleşî ye. Bi nêzîkatiyeke ku xwe naspêrê ti hiqûqa navnetewî, heq, dad û wijdan, nêzîkatiyeke wiha ya li pêşengên azadiyê ya gelekî nayê qebûlkirin.

Ev êrîşa li ser hemû gelê Kurd e. Ne tenê êrîşeke li ser PKK'ê ye, ne tenê êrîşeke li ser Tevgera me ya Azadiyê ye. DYA mîna Tirkiyê nikare bibêje Kurd cuda ne û PKK cuda ye. Em fêhm dikin ku dewleta Tirk dibêje Kurd cuda ne û PKK cuda ye. Ew qirker e û dixwaze Kurdan tine bike. Heke DYA jî dibêje PKK cuda ye û Kurd cuda ne, eynî weke dewleta Tirk dibe qirker. Qebûlkirina vê ne pêkan e. Biryara DYA'yê bi temamî biryareke wiha ye ku bi encama berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî yên gemarî standiye. Ti  têkiliya vê biryarê bi hiqûqa DYA'yê re, bi civaka DYA'yê re tine. Bi temamî, li gor berjwendiya xwe ya li Rojhilata Navîn, ji ber têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re, çawa ku 1998'an li dijî Rêber Apo komployeke navdewletî li dar xistibe, niha jî, ji ber berjewendiya xwe ya li Rojhilata Navîn û ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê re bûye xwedî nêzîktêdayinek wiha. Ne pêkan e ku em vê qebûl bikin. Gelê me komploya 1998'an jî qebûl nekir, wê vê jî qebûl neke. Gelê me çawa ku komploya 1998'an pûç kiribe, wê vê jî pûç bike. Divê pêşî ev were zanîn. Çawa ku Wezîrê Karê Derve yê demê Madeleîna Albrîght gotibe, me ev qas hêvî nedikir, niha jî bi helwesta ku gelê me wê nîşan bide, wê DYA'yê li vê biryarê poşman bike.

PÊŞENGIYA PKK'Ê DAÎŞ TÊK BIRIYE

DYA bi vê biryarê êrîş ne tenê biriye ser gelê Kurd, biriye ser nirxên tevahî mirovahiyê, biriye ser sinc û wijdanê mirovahiyê. Biryareke wiha daye ku ti nirxê wê yê exlaqî û wijdanî tine. Bi ti awayî nayê qebûlkirin ku ev di sedsala 21'ê de were kirin. Xwedêgiravî ji xwe re demokrat dibêjin, cîhana azad dibêjin, behsa azadiyê dikin, lê li dijî gelê herî mezlûm ê cîhanê ku di sedsala 21'ê de têkoşîn azadiyê dide êrîşeke wiha tînin. Ev bi teqezî êrîşeke li ser gelê Kurd e. PKK çi kiriye; tişta ku PKK van salên dawî kirî li ber çavan e. Hê beriya bi çend rojan Dîwana Edelatê ya Ewropayê jî, behsa rola PKK'ê ya van salên dawî, ya li Rojhilata Navin kir. Belê, van salên dawî li Rojhilata Navîn pêşengiya têkoşîna dijî DAÎŞ'ê PKK'ê kir. Bi pêşengiya PKK'ê DAÎŞ hatiye têkbirin. Naxwe ne ku balafirên DYA'yê, ne ku nêzîkatiya wê DAÎŞ têk biriye. DAÎŞ ji ber ku li pêşberî xwe îdeolojiyeke pir xurt dîtiye, ji ber ku helwesteke pir tund a polîtîk dîtiye, ji ber ku nêzîkatiyeke îdeolojîk ku jiyana azad û demokratîk a gelan, jiyana dadî kiriye armanc daniye holê, DAÎŞ têk çûye. A ku DAÎŞ têk birî, xeta neteweya demokratîk a Rêber Apo ye, xeta civaka demokratîk e, projeyeke nû ya Rojhilata Navîn e ku xwe dispêrê biratiya gelan. DYA dibêje ku li dijî DAÎŞ'ê têdikoşe, bi Kurdên ku li Rojava dijî DAÎŞ'ê têdikoşin têkiliyê datîne, lê PKK'ê ya ku li Şengalê DAÎŞ têk birî, li Kerkûkê ya ku DAÎŞ têk birî li Mexmûrê ya ku DAÎŞ têk birî, ya ku Hewlêr ji dagirkeriya DAÎŞ'ê rizgar kirî û li Kobanê DAÎŞ têk birî bi dijminatî radigihîne.''

BILA TI KES NEKEVE NAV WÊ HEWLDANÊ KU KURDAN PARÇE BIKIN

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasû bi berdewamî rola gerîlayên HPG'ê ya di serfiraziya Kobanê de bi bîr xist û got, ''Nayê qebûlkirin ku were gotin ên ku li dijî DAÎŞ'ê şer kirin, yên li Şengal, Kerkûk, Mexmûrê û çiyê şer kirine ji hev cuda ne. Ev dirûtî ye. Ev qasî mirov dirû nabe. Ev nêzîkatî rasterast êrîşa li ser PKK'ê ye êrîşa li ser Kurdan e û hewldana dabeşkirina Kurdan e. Bila ti kese nekeve nav hewldana ku Kurdan ji hev dabeş bikin. Ev heqareta e li Kurdan e. Xwedêgiravî wê Kurdan dabeş bikin! Wê PKK'ê bînin nizam Kurdan filan deverê. Li Rojava wê Kurdan bînin pêşberî hev xwedêgiravî, li Başûr jî xwedêgiravî wê wiha bikin. Ev heqerata li Kurdan e. Tu kî yî û Kurdan bînî pêşberî hev. Ji bo Kurdan niha ya hewce ne ew e ku Kurd werin pêşberî hev, yekîtî ye. Çi bi serê Kurdan hatibe ji parçebûnê bi serê wan hatiye. Di van rojan de ku şertên Şerê Cîhanê yê 3'yan heye, di demeke wiha de ku Kurd li jiyana azad û statûyê digerin, parçekirina Kurdan dijminatiya li Kurdan e. Ji bo vê em vê nêzîkatiya DYA'yê bi tundî şermezar dikin.''

Karasû her wiha bang li gelên DYA'yê kir ku li dijî vê biryara bêexlq û bêwijdan bibin xwedî helwest.

GELÊ KURD WÊ LI BER XWE BIDE

Karasû bi berdewamî got, ''Bêguman gelê Kurd li dijî vê biryarê wê li ber xwe bide'', helwesta gelê Kurd a li Ewropa, Başûr, Rojava, Bakur, Rojhilat bi bîr xist, diyar kir ku ev helwest wê geştir bibe û wiha got, ''Dibe ku li ser vê mijarê were pirsîn, li Rojava Kurd wê çi bkin? Li Rojava Kurd helbet wê li dijî vê polîtîkaya DYA'yê helwestê nîşan bide. Nêzîkatiya bi vî rengî ya li rêxistina herî bihêz, herî mezin a Kurda, qelskirina Kurdan e. Qelskirina Kurdan tê maneya têkbirina Şoreşa Rojava. Helbet gelê me yê li ROjava û hêzên siyasî li dijî vê biryara DYA'yê wê helwesta xwe diyar biki. Heke li dijî vê biryara DYA'yê helwest neyê nîşandan, jixwe wê têkçûn qebûl kiribin. Wê bêhêziyê qebûl kiribin, bêhêzî jî têkçûn e.''

Karasû got divê gelê Başûrê Kurdistanê jî li dijî biryara DYA'yê helwesta xwe diyar bike, diyar kir, êrîşa li ser PKK'ê êrîşa liser Başûrê Kurdistanê ye, heke îro li Başûr destkeftiyek hebe di vê de rola herî mezin a PKK'ê ye û got, ''Divê PDK, YNK, Goran, hemû partiyên Kurd li dijî vê helwesta xwe diyar bikin. Em bang li partiyên Başûrê Kurdistanê dikin. Dostanî di rojên wiha de diyar dibe. Dostaniya bi PKK'ê re, têkiliya bi PKK'ê re di rojên wiha de diyar dibe.''

TÊKOŞÎNA LI IJÎ BIRYARÊ DIVÊ ZÊDETIR WERE GEŞKIRIN

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasû herî dawî got ew ne tenê bang li gelê Kurd dikin, bang li mirovahiya pêşverû ya cîhanê û hemû hêzên demokratîk dkin, diya kir, ev biryar êrîşa li ser mirovahiyê, êrîşa li ser demokrasiyê ye û got, ''Îro li Rojhilata Navîn hêza herî sereke ya demokrasiyê PKK ye. Gelê Kurd ê ku ketiye bin bandora PKK'ê ye. Ev biryar dijminatiya li demokrasiyê ye.''

Karasû got bi vê biryarê êrîşê dibibe ser rêxistina herî mezin a demokrasiyê, azadiyê ya li Rojhilata Navîn, mane vê tê desteka li faşîzmê, dijberiya li demokrasî û azadiyê û diyar kir, divê bi teqezî li dijî vê helwesta DYA'yê ya li dijî demokrasî û azadiyê helwest were nîşandan.

Karasû got, ''Em bang li DYA'yê dikin. Bila dev ji nêzîkatiyên parçekirina Kurdan biqerin. Ev êdî polîtîkayên erzan in û ji sedsala 20'an mane. Belê, Kurdên sedsala bihurî parçe kirin, li dijî hev dane şerkirin û li ser vê serwerî ava kirin. Lê êdî divê dev ji van polîtîkayan biqerin. Divê Kurd jî li dijî van polîtîkayan helwestê nîşan bidin. Bi vê çarçoweyê ez bang li gelê me û hêzên demokrasiyê dikim ku têkoşînê geştir bikin.''