HPG: Wê di nav têkoşîna me de bijîn

HPG'ê gerîlayên ku li Semsûrê şehîd bûbûn bi hurmet bi bîr anî û got, ''Bîranînên Azîz û hevrêyên me wê tim di nav têkoşîna me de bijîn''.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî şehadeta du gerîlayên 17'ê Cotmehê li Semsûrê daxuyaniyek nivîskî weşand. Artêşa TC'ê ya dagirker 17'ê Cotmehê operasyonek li ser qada bejahiyê ya Bajarokê Komurê ya Semsûrê daye destpêkirin. Dema vê operasyonê, ku bi tevlêbûna bi sedan leşkerî pêk hat, di navbeyna hêzên me yên gerîla de, yên li herêmê û dijmin de şerek çêbû. Di vî şerî de tam zelal nebû bê ka ji leşkerên dijmin çend hatin kuştin û çend birîndar bûn. Di vî şerî de hevalên me Azîz û Şoreş bi lehengî şer kirine û şehîd bûne.

Agahiyên nasnameyê yên hevalên me yên şehîd wiha ye:

Nasnav: Azîz Çirav
Nav û Paşnav: Yûsûf Tûnç
Cihê Jidayikbûnê: Semsûr
Navê Dayik - Bav: Şehrîban - Hasan
Cih û Demê Şehadetê: Semsûr / 17’ê Cotmeha 2018’an

Azîz – Yûsûf Tûnç

Nasnav: Şoreş Roza
Nav û Paşnav: Mûrat Ozdemîr
Cihê Jidayikbûnê: Semsûr
Navê Dayik - Bav: Besîme - Mahmût
Cih û Demê Şehadetê: Semsûr / 17’ê Cotmeha 2018’an

Şoreş – Mûrat Ozdemîr

HPG'ê têkildarî şehîdan ev agahî parve kir;

Hevrêyê me Azîz Çirav, tam weke dema niha, ku tecrît li ser Rêbertiya me hebû, tevlî nav refên gerîla bû, ku dîroka azadiyê ya gelê me dinivîsin. Di serî de qadên Botanê û Tolhildanê, hevrê Azîz ku li gelek qadên şer bi serkeftî bi peywirê rabûyî, li hemû qadên ku bi peywirê rabûyî, bi vîneke şoreşger hewl daye ku heq ji wan dijwariyan derkeve, ku têkoşînê derxistî holê. Bi helwesta xwe ya ku gavek jî nirxên gewherî yên civaka ku li nav gihayî, bi paş de neavêtî, di nav hemû hevrêyên xwe de jê hatiye hezkirin. Bi hêlên xwe yên dirûst, fedekar, kedkar zeraq bi hemû hebûna xwe, xwe daye peywirên xwe yên şoreşger. Hevrê Azîz ku li dijî dijmin, ê ku dixwaze qira civaka me bîne û kole bike bi hêrseke mezin bû, ev hêrsa xwe bi hişmendiyeke şoreşger stra ye û ev kiriye kesayatiyeke xurt a têkoşer. Hevrê Azîz şert çawa jî bin, ji bo ku li dijî dijmin şer bike her demê li eniyên pêş cih girtiye.

Hevrê Şoreş Roza ku dema Şerê Şoreşgerî yê Gel dest pê kirî tevlî nav refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dibe, bi dilsoziya bi şehîdan re, meşa xwe ya nav gerîlatiyê domandiye. Hevrê Şoreş, ku ji dema ku tevlî nav refên gerîla bûyî û heta roja dawî ya şehîdbûnê jî, li hemû qadên ku lê bi peywira xwe radibû heq ji dijwariyên ku têkoşînê derxistî holê, derketiye, peywirên rêxistinî ku Partiya me danî ber bi sebr û putepêdaniyê bi serkeftî bi cih aniye, bi helwesta xwe ya dirûst û fedekar, di nav hemû hevrêyên xwe de hatiye hezkirin. Hevrê Şoreş ku bi hêlên xwe yên hişmendiya îdeolojîk, helwesta rêxistinî û wêrekiya xwe derketî pêş, bi daxwaza ku li xakên ku lê jidayik bûyî hesab ji dijmin bipirse berê xwe ya eyaleta Tolhildanê.

Fedakariyên mezin ên hevrê Azîz û Şoreş ku ji Semsûrê bi rê ketin û di rêça Edîp, Azîz, Sîdar û Rozayan de têkoşîna ku ji mêtingeran hesab bipirsin dan, ti caran wê neyên jibîrkirin, bîranînên van hevrêyên me yên hêja di nav têkoşîna me de tim wê werin jiyîn.

Di serî malbatên hêja yên Tunç û Ozdemîr, em sersaxiyê didine hemû gelê me yê Semsûrê û gelê Kurdistanê, em sond dixwin ku alaya têkoşînê ya ku şehîdên me ji me re hiştiye heta serfiraziyê hildin.''