AKP’ê qebûl kir ku li Efrînê talana zeytûnan dikin

AKP li xwe mikûr hat ku li Efrînê talanê dikin. Wezîrê Tirk Bekîr Pakdemîrlî wiha got; “Em naxwazin dahat bikeve destê PKK’ê. Em dixwazin dahata li Efrînê bikeve destê me.”

Ev demek bû HDP’ê bi israrî talana li Efrînê ya ku AKP û OSO dike, dikir rojev, ev talan ji aliyê desthilatdariya AKP’ê ve hate qebûlkirin. Wezîrê Çandinî û Daristanan Bekîr Pakdemîrlî têkildarî talana zeytûnên li Efrînê li xwe mikûr hat. Pakdemîrlî îdîayên piştî êrîşên Tirkiyeyê talankirina zeytûnên Efrîniyan ji aliyê çeteyên OSO ve û firotina wan a li Tirkiyeyê piştrast kir.

‘DAHATÊN LI EFRÎNÊ EM KOM DIKIN’

Pakdemîrlî di Komîsyona Plan û Budçeya Meclîsê de bersiv da pirsên parlamenterên HDP’ê û wiha got;

“Mijara têkildarî Efrînê ev e: Em hikûmet naxwazin dahata li Efrînê bikeve destê PKK’ê. Em dixwazin dahata li Efrînê bikeve destê me û ev herêm dibin kontrola me de ye. Jİ ber vê sedemê jî di lêkolîna me kirî de, hat diyar kirin ku di bin navê kooperatîfa krediya çandiniya dewletê de, dixwazin 50 hezar ton zeytûnên ji Efrînê anîn bifiroşin derveyî welat. Heya niha 600 ton berhemên zeytûnan anîne Tirkiyeyê.”