Li peravên Îtalyayê karesata koçberan

Keştiya koçberan a ji Lîbyayê  ber bi Îtalyayê ve diçû noqî avê bû û bi dehan koçber mirin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Agî ya Îtalyayê keştiya ji Cezayîrê ku 13 koçber tê de bûn li peravên girava Sardînyayê xera bû.

Li gorî nûçeyê, koçberan banga alîkariyê kirine 3 koçber nava keştiyê de man û 10 koçberên din bi avjeniyê xwestin derbasî bejahiyê bibin.

Ji 10 kesên ku xwe avêtin avê cenazeyê yekê li Derya Spî hate dîtin û xebatên legerînê yên ji bo dîtina cenazeyên din jî didome.

Di nûçeyê de hate ragihandin ku 3 koçberên ku di keştiyê de mabûn jî hatine rizgarkirin.

Di demên dawî de hejmara kesên ku ji bakurê rojhilatê Cezayîrê ber bi girava Sardînya a Îtalyayê ve diçin zêde dibin.

Hefteya derbasbûyî  jî ji Cezayîrê 60 koçberên ku bi bot û keştiyan ketibûn ser rê piştî 10 seatan gihiştibûn Sardînyayê.