Grevên birçîbûnê li bajaran belav dibe

Li Colemêrg, Riha û Edeneyê ji bo Leyla Guven a ku li hemberî tecrîda Îmraliyê ketiye greva birçibûnê, grevên birçîbûnê yên ji bo piştgiriyê hatin destpêkirin.

Parlementera Colemêrgê ya HDP’ê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Piştgiriya ji bo Leyla Guven didome.

Piştî Amed û Wanê, li Colemêrg, Edene û Rihayê jî grevên birçîbûnê yên ji bo piştgiriyê hatin destpêkirin.

COLEMÊRG

 Greva birçîbûnê ya Guven di roja xwe ya 11`emîn de berdewam dike. Ji bo ku piştgriyê bidin çalakiya Leyla Gûven bi tevlîbûna parlementera HDP`ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, parlementerê Colemêrgê Saît Dede, rêxistinên HDP û DBP'ê yên navend û navçeyên Colemêrgê bi daxuyaniyekê li avahiya DBP`ê dest bi greva birçîbûnê ya 2 rojan kirin.

Daxuyanî ji aliyê parlementerê HDP`ê yê Şirnexê Saît Dede ve hat xwendin. Dede got ku  "Leyla Guven di nava çar dîwaran de bûye dengê gel. Çalakiya ku Leyla Gûven daye destpêkirin, daxwaza gelê Colemêrgê ye. Daxwaza gel a sereke şikandina tecrîtê ye. Leyla Guven li ser navê gelê xwe, gaveke girîng avêt. Divê daxwazên Guven bên qebûlkirin û tecrîd bi lez bê rakirin.”

Piştî axaftina Dede, Parlementera HDP`ê ya Şirnexê Nûran Îmîr jî axivî û wiha bilêv kir: " Çalakiya ku Leyla Guven da destpêkirin çalakiyeke pir bi rûmet û pîroz e. Em sekna wê pîroz dikin. Çalakiya Guven li dijî komkujiyan, girtin û kuştinan rexneyeke mezin e. Guven bi vê çalakiyê me vedixwîne têkoşînê.”

Piştî daxuyanîyê greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakî wê 2 rojan berdewam bike.

RIHA

Rêxistina HDP’ê ya Rihayê jî li avahiya xwe bi mebesta piştevaniya parlamenter Leyla Guven dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan kir. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu û Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel jî di nav de rêveberên HDP û DBP’ê, Dayikên Aştiyê û welatiyan dest bi greva birçîbûnê kirin. Li cihê grev hat destpêkirin pankarta wêneyê Guven li ser a bi nivîsa “Biryara wê biryara me ye, tecrîd sûcê mirovahiyê ye” hate daliqandin.

Beriya grev dest pê bike parlamenter Ayşe Surucu axivî û got: “Em çalakiya birêz Leyla Guven silav dikin. Bi boneya piştevaniyê em li Rihayê dest bi greva du rojan dikin. Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye. Bi tecrîdkirina Birêz Ocalan aştî û jiyana hevpar hatiye tecrîdkirin. Heta tecrîd ranebe wê têkoşîna me dewam bike. Heke tecrîd ranebe wê çalakiyên me yên cuda pêk bên."

EDENE

Bi pêşengiya Rêxistina Bajêr a Edeneyê ya HDP’ê ji bo piştgiriya Leyla Guven greva birçîbûnê ya 2 rojan hate destpêkirin. Daxuyanî li pêşiya partiyê hate dayîn. Parlementerên HDP’ê Remziye Tosûn, Tulay Hatîmogûllari û Kemal Pekoz jî tê de gelek n endamên partiyê û nûnerên saziyan tevlê bûn.

Hevseroka Bajêr a HDP’ê Gulseren Tûtal diyar kir ku greva birçîbûnê ya Leyla Guven a li hemberî tecrîda li ser rêzdar Ocalan çalakiyeke di cih de ye û got ku, “Daxwaza wê daxwazên me ne. Leyla Guven mafdar e û divê tecrîd bi dawî bibe.”