Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
QSD’ê diyar kir ku piştî dewleta Tirk a dagirker êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, wan operasyona Dêra Zor ji bo demekê dane sekinandin.
Li ser çeteyên DAÎŞ'ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtî ne û malbatên wan, li paytexta Belçîka Brukselê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin.
Şervanên QSD'ê li herêma Dêra Zorê êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên hefteyên dawî şikandin û bi çekên giran li çeperên çeteyan dixin.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropa (KCDK-E) piştî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kobanê banga çalakiyan li Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropa kir.
Kesên ji bo azadiya Mandela kampanya rê ve dibirin niha jî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixebitin. Fikra hevpar wiha ye: "Çawa ku em ji bo Mandela xebitîn, ji niha û pê de divê em ji bo Ocalan bixebitin."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîlayan ên li Colemêrg, Şirnex û Başûrê Kurdistanê de herî kêm 13 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.
Li bajarê Farahê yê li rojavayê Afganîstanê, ji ber ketina helîkoptereke leşkerî 25 kes mirin.
Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê peyamek weşand. Di peyamê de hate diyarkirin ku Erdogan ew ê têk biçe û giyanê berxwedanê yê Kobanê ew ê her dem bijî.
Artêşa Tirk bi wesayîtên zirxî êrîş bire ser gundê Silipkiran ê dikeve rojhilatê Kobanê.
Li Başûrê Kurdistanê li herêma Kifriyê hêzên pêşmergeyan û koalîsyona navneteweyî li dijî çeteyên DAÎŞ’ê operasyonek li dar xistin. Di operasyonê de herî kêm 4 endamên DAÎŞ’ê hatin kuştin.