KJK: Giyanê berxwedanê yê Kobanê ew ê her dem bijî

Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê peyamek weşand. Di peyamê de hate diyarkirin ku Erdogan ew ê têk biçe û giyanê berxwedanê yê Kobanê ew ê her dem bijî.

Koordînasyona KJK’ê wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê peyamek weşand.

Di peyaman KJK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“DAÎŞ’ê di 15’ê Îlona 2014’an de bi alîkariya dewleta Tirk êrîşî Kobanê kir. Di vê êrîşa dijmirovahiyê de bi berxwedana keç û kurên gelê Kurd û bi ya rêhevalên wan ên enternasyonalîst êrîş hatin şikandin. Di şexsê rêhevalên wekî Arîn, Gevan, Gelhat, Paramaz, Destîna û Zozan de, em careke din hemû şehîdên berxwedana Kobanê bi bîr tînin. Em sozê didin wan ku em ê têkoşîna wan bigihînin serfiraziyê.

Berxwedana Kobanê yek ji têkoşîna destanwerî ya dîrokê ye. Ev berxwedan bi qasî çar mehan domiya û tevkariyeke girîng a serhildana 6-8’ê Cotmehê ya Bakurê Kurdistanê heye. Berxwedana Kobanê tê wateya yekîtiya giyanî û berxwedana gelê Kurd.

1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi berxwedan û fedakariya jina Kurd hatiye avakirin. Fedakarî û berxwedana Revan û Arîn Mîrkan rastî û sembolbûna şoreşa Rojava ye. Jinên li ber xwe didin di serî de em 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li gelê Kurd û li hemû gelên bindest pîroz dikin. Li Kobanê berxwedan, têkoşîn û hevgirtin bi ser ketiye; tifaq û êrîşa dermirovahiyê ya herî qirêj a DAÎŞ’ê jî têk çûye.

Bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê em bang li hemû gelê Kurd û gelên bindest dikin, li hemberî êrîşên Erdogan em pêşengiyê ji berxwedanên nû yên Kobanê re bikin. Em giyanê 6-8’ê Cotmehê careke din zindî bikin. Dem û derfeta vî tiştî pêk hatiye ku, em faşîzma Erdogan têk bibin. Em dizanin ku ew ê Erdogan têk biçe û giyanê berxwedanê yê Kobanê ew ê her dem bijî.”