NÛ BÛ-Operasyona Dêra Zor ji bo demekê hate sekinandin

QSD’ê diyar kir ku piştî dewleta Tirk a dagirker êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, wan operasyona Dêra Zor ji bo demekê dane sekinandin.

QSD’ê daxuyanî da û diyar kir ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Kobanê û Girê Spî, wan jî operasyona Dêra Zor ji bo demekê dane sekinandin.

Qonaxa dawîn a operasyona li dijî DAÎŞ’ê di 10’ê Îlonê de hatibû destpêkirin. Di operasyonê de Hecîn jî heye ya ku keleha dawîn a DAÎŞ’ê ye.

QSD’ê diyar kir ku ew ê li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêdeng nemînin û bang li koalîsyona navneteweyî kir ku bila li hemberî êrîşan helwesta xwe zelal bikin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîşên dewleta Tirk tê wateya piştgiriya DAÎŞ’ê.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandina ser van xisûsan:

PIŞTÎ CIVÎNA ÇAR ALÎ 6 CARAN ÊRÎŞ HATIN KIRIN

"Dewleta Tirk gef û êrîşên xwe yên li hemberî Bakurê Sûriyê zêde kirin, nemaze piştî daxuyaniyên Recep Tayyîp Erdogan û civîna çar alî ya li Stenbolê ya di navbera serokên Rûsya, Frasna, Elmanya û Tirkiyê de. Hêzên taybet ên Tirkiyê 6 êrîş anîn ser gundên bi ewle yên li ser sînor. Di encamê şervanekî Hêzên Erka Xweparastinê şehîd bû û yek din jî birîndar bû, di heman demê de ziyanên mezin giştin milkên sivîlan. Ji ber êrîşê sivîl neçar man dev ji malê xwe berdin.

ÊRÎŞÊN DAÎŞ Û TIRKAN BI KORDÎNE YÎ YE

Şevê din 30/10/2018 êrîşî deriyê sînor ê Girê Spî kir, di encamê de parêzvanê derî şehîd bû û yek din jî birîndar bû.

Wekî Hêzên Sûriya Demokratîk em van êrîşan wekî desteka dewleta Tirk bi rêxistina terorîst a DAÎŞ‘ê bi nav dikin, ji ber di heman dema êrîşên dijber ên rêxistina terorîst li dijî herêma Hecîn pêk tên. Em ji raya giştî re radighînin ku di navbera êrîşên rêxistina terorîst ên li ser başûr li hemberî hêzên me û êrîşên dewleta Tirk koordîneyeke li ser bakur, di encam de Şerê Tinekirina Terorê ya li hemberî bargeha dawî ya rêxistina terorîst bi awayekî demkî radiweste. Berdewama van êrîşan jî wê rawestandina pêngava me ya leşkerî ya li dijî rêxistina DAÎŞ‘ê dirêj bike.

EM AMADENE BERSIVA ÊRÎŞAN BIDIN

Em Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokrtîk di heman demê de teqez dikin ku em amade ne bersiva êrîşên derve bidin ku di nav de êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên me yên bi ewle jî. Em bang li civaka navdewletî ku nêzîkatiyên dewleta Tirk ên li hemberî herêmên bi ewle yên Sûriyê şermezar bike, her wiha em bang li Koalîsyona Navdewletî dikin ku ji dijmaniya Tirkiyê û desteka wê ya bi rêxistina DAÎŞ‘ê re helwesta xwe zelal bike, ji ber ku êrîşên Tirkiyê li djiî stratîjiya şirîkên me yên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî teorê ye."

Li aliyê din dîmenên êrîşa dewleta Tirk a sibeha Çarşemê li dijî gundên Kobanê ji aliyê ANHA'yê ve hatin weşandin. Dewleta Tirk gundê Selîm, Aşmê û Kor Elî yê rojhilatê bajêr bi tang û topan bombekirîbû. Di êrîşê de jîngehên sivîlan hatin hedef kirin û hate ragihandin ku gelek sivîl ji ber êrîşê birîndar bûbûn.