Li Kifriyê 4 endamên DAÎŞ’ê hatin kuştin
Li Başûrê Kurdistanê li herêma Kifriyê hêzên pêşmergeyan û koalîsyona navneteweyî li dijî çeteyên DAÎŞ’ê operasyonek li dar xistin. Di operasyonê de herî kêm 4 endamên DAÎŞ’ê hatin kuştin.
Li Başûrê Kurdistanê li herêma Kifriyê hêzên pêşmergeyan û koalîsyona navneteweyî li dijî çeteyên DAÎŞ’ê operasyonek li dar xistin. Di operasyonê de herî kêm 4 endamên DAÎŞ’ê hatin kuştin.
Li gorî nûçeyeke Rojnewsê ya ku xwe dispêre fermandarekî pêşmergeyan ê ku naxwaze navê xwe bide, operasyon di destê sibehê de pêk hat.
Operasyon li gundê Pelkane ya navçeya Kifrî ya Germiyanê hate lidarxistin. Hate diyarkirin ku di operasyonê de hêzên koalîsyonê jî bomberdûman kirine. Pêşmerge ji bejahiyê ve operasyonê li dar dixin. Di operasyonê de 4 endamên DAÎŞ’ê hatin kuştin û 4 pêşmerge jî birîndar bûn.