Helîkoptereke leşkerî kete xwarê: 25 kes mirin
Li bajarê Farahê yê li rojavayê Afganîstanê, ji ber ketina helîkoptereke leşkerî 25 kes mirin.
Li bajarê Farahê yê li rojavayê Afganîstanê, ji ber ketina helîkoptereke leşkerî 25 kes mirin.
Li gorî daxuyaniya rayedarên Afgan, helîkopter li nêzî navçeya Anar Dere ketiye xwarê û wezîfedarên dewletê, rayedarên leşkerî û du pîlot tê de bûn.
Hate gotin, ji 25 kesên di helîkopterê de kes nefilitiye.
Rayedaran diyar kirin, du helîkopter bi hev re difiriyan û yek ji wan ji ber sedemeke nediyar ketiye xwarê.