Li Şirnex, Colemêrg û Barzanê çalakiyên gerîlayan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîlayan ên li Colemêrg, Şirnex û Başûrê Kurdistanê de herî kêm 13 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şer û çalakiyên gerîla yên 29-30’ê Cotmehê de agahî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku li herêma Besta a Şirnexê, li Qilaban, navçeya Gever a Colemêrg û li herêma Barzan a Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa Tirk çalakî hatine lidarxistin. HPG’ê ragihand di çalakiyan de herî kêm 13 leşker hatine kuştin. HPG’ê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmên di bin kontrola gerîlayan de jî didome.

LI BESTAYÊ OPERASYON Û ÇALAKIYA GERÎLA

Berfirehiya daxuyaniya HPG’ê wiha ye;

“Artêşa TC a dagirker roja 29'ê Cotmehê saet 12'an li qadên Besta Meyremê, Girê Hêliz, Girê Sêva û Besta Bluzera yên herêma Besta ya Şirnexê dest bi operasyonê kir. Êvara heman rojê, hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de li Girê Sêva li yekîneyên operasyonê xistin. Ji du baskan ve derbên giran li yekîneya dijmin hate xistin û di encamê de 2 leşker hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêmê. Û 30'ê Cotmehê bi rengekî bê encam mayî ji herêmê vekişiya.

LI QILABANÊ BI GIRANÎ LI LEŞKERÊN TIRK HATE XISTIN

29'ê Cotmehê saet 17:15'an, li navçeya Qilabanê ya Şirnexê hêzên me li dijî leşkerên TC ên dagirker ên li Girê Kilik ê nêzî Qereqola Tepê Çeta çalakiyek pêk anîn. Hejmara leşkerên dijmin ên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

LI GEVERÊ JI DU BASKAN VE ÇALAKÎ

30'ê Cotmehê saet 11'an li navçeya Geverê ya Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker ku li Girê Şehîd Zerdeşt rêya ewlekariyê çêdikir, çalakiyek hate lidarxistin. Ji du baskan ve li yekîneya dijmin hate xistin û di encama çalakiyê de 2 dozer hatin rûxandin, 5 leşker jî hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt derdorê.

LI BARZANÊ ÇEPEREK HATE RÛXANDIN 6 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Hêzên me roja 30'ê Cotmehê saet 13'an li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Tepê Xwedê çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de çepera dijmin bi temamî hate rûxandin û 6 leşker hatin kuştin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê bi obus û hawanan herêm bombe kirin.

LI ZAP, XAKÛRKÊ Û GARÊ ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî kirine. Agahiyên êrîşên hewayî wisa ne:

Di 28’ê Cotmehê saet di navbera 19.00 û 19.30’an de derdora gundên Bêbazê, Şikêra, Şirya yên bi ser Çêmankê ya qada Garê hatine bomberdûmankirin. Ji ber bomberdûmanê xisara maddî li bax û baxçeyên gundiyan bûye.

Di 30’ê Cotmehê saet di 17.15’an de qada Werxelê ya qada Zapê û di navbera saetên 23.00 û 23.30’an de jî Gundê Filleha û Girê Cehennemê hatine bomberdûmankirin. Di heman rojê de saet di 20.30’an de jî derdora gundên Çemê Xakurkê ya qada Xakurkê hatiye bomberdûmankirin.”