Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

Di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de cenazeyê du ciwanên Kurd hatin dîtin. Rayedarên li herêmê diyar kirin ku ev ciwan ji aliyê rejîma Îranê hatine qetilkirin.

 

Yek ji Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Amed Malazgirt got Pêngava Şoreşger a Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz bi serkeftî bi encam bûye.

 

Di 18’emîn Civîna Desteya  Giştî ya KNK’ê de girîngiya yekîtiya gelê Kurd hate destîşankirin û hate gotin ku tenê bi ne beşdarbûna 1-2 partiyan lidarnexistina Kongreya Netewî şaş e.

 

Artêşa Tirk û çeteyên wê gavên xwe yên dagirker li Efrînê didomîn.

 

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ji seat 10:40’an ve herêmên sivîlan yên li Qendilê bombebaran dike.

 

Polîsê Tirk vê sibê li Enqerê li dijî Partiya Demokartîk a Gelan (HDP) operasyon pêk anî. Di operasyonan de Parlamenterê berê yê HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî jî di nav de herî kêm 8 kes hatin destgîrkirin.

 

Bi biryara Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan waliyê 39 bajaran guherî. Ji van  jî 13 bajarên statuya bajarên mezin in.