Zilma artêşa Tirk a li Efrînê zêde dibe

Artêşa Tirk û çeteyên wê gavên xwe yên dagirker li Efrînê didomîn.

Êzidiyên li Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve rastî kiryarên hovane tên û dagirker hewl didin gelê Êzidî û çanda wan qir bikin.

Li Efrînê 22 gundên Êzidiyan hene. Dema ku çeteyên dewleta Tirk ew gund dagir kirin, êş û zehmetiya civaka Êzidî dest pê kir. Çeteyan bi darê zorê dikirin misilman û li ser wan ferz dikir ku li malên şêniyan ku çeteyan ji xwe re kirine mizgeft, nimêjê bikin.

Çeteyên dewleta Tirk cihên pêkanîna rêûresmên Êzidîyan mîna gora Şêx Berekat a li Eyn Dara, gora Qere Cirne ya nêzî gundê Mîdankê û gora Şêx Adî ya li gundê Qîbar rûxandin. Her wiha çeteyan ji sedî 90 ji berhemên zeytûnan ên gelê Efrînê û Êzidîyan desteser kirin.

Hemû berhemên gundê Feqîra yê Êzidîyan desteser kirin

Li gor çavkaniyên xwecih çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirkiyeyê hemû berhemên zeytûnan li gundê Feqîra yê navçeya Cindirêsê desteser kirin. Çavkaniyan destnîşan kirin ku çeteyên "Firqet El-Hemzat" ên girêdayî dagirkeriya Tirkiyeyê beriya demekê biryarek derxist ku şêniyên gundê Feqîra berhemên zeytûnên xwe radestî wan bikin û kesên vê biryarê pêk neynin dê hezar dolar ji wan were standin û xwediyên berhemên zeytûnan werin girtin.

Ji aliyekî din ve jî çeteyan li ser gundên Xilnêrê, Keferşîlê, Maratê, Bablît, Betîte, Bozkê, Telif û Kefer Zeyt ên girêdayî Efrînê yên li ser rêya di navbera Cindirêsê û navenda bajêr de ferz kir ku berhemên zeytûnan radestî wan bikin. Her wiha çete derfetê nadin şêniyan ku biçin nava zeviyan bêyî ku destûrê ji wan bixwazin.

Çavkanî teqez kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Hemam ê li ser sînor piştî ku korîdorek di navbera Efrîn û Tirkiyeyê de vekirin, herêmeke taybet ji bo komkirina zeytûnan ava kirin.

Çavkanî destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker ew herêm ava kir da ku ji wê derê berhemên zeytûnan ber bi Tirkiyeyê ve bişînin.

Her wiha çavkaniyekî din destnîşan kir ku dan û standinên Firqet El-Hemzat bi barizganên zeytûn û zeyta zeytûnan re li herêmên din li Sûriyeyê hene û teqez kir ku çete tenekeyên zeyta zeytûnan ber bi bajarê Mari ve dişînin û ji wê derê ber bi Hema, Şam û herêmên din ve têne şandin.

SÎXURÊN ARTÊŞA DAGIRKER

Li gorî nûçeya ajansa ANHA'yê dan û standina hind kesayetên ji Efrînê bi artêşa Tirk a dagirker re hene û wek ajan ji wan re kar dikin, çeteyan dibin malên şêniyên Efrînê da ku mal û milkên wan desteser bikin. Ji wan, kesê bi navê Ebdo Çolaq xwediyê dikana firotina erebeyan li kolana El-Vîlat a bajarê Efrînê ye. Wek ajan ji çeteyan re dixebite. Çeteyan dibe ser malên Kurdan, endamên komun û meclisan da ku wan birevînin û malên wan dagir bikin.

Her wiha diyar bû ku Hemûd Xezal, Mihemed Fadil, Abdullrehman Elî Tofan, Fehîm Reşîd ên ji gundê Tellef û Ebû Elî, Nasir Mihemd, Hesen Elî Arnî, Ebdîn Mihemed û Mistefa Mihemed ên ji gundê Kefer Şîlê ji artêşa Tirk û çeteyên wê re sîxuriyê dikin.

Ji aliyekî din ve jî sîxurê bi navê Mistefa Hemsûr ê ji gundê Kefer Betrî û endamê ENKS`ê, çeteyan dibe ser malên welatiyan da ku dagir bikin.