Balafirên şer bombeyan li jîngehên sivîlan ên li Qendilê dibarînin
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ji seat 10:40’an ve herêmên sivîlan yên li Qendilê bombebaran dike.
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ji seat 10:40’an ve herêmên sivîlan yên li Qendilê bombebaran dike.
Dewleta Tirk a dagirker carek din jîngehên sivîlan yên li Başûrê Kurdistanê kir hedef.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker vê sibê seat 10:40’an ve bombeyan li gundên Qendîlê dibarîne. Têkildarî encamên êrîşê agahiyên zelal bidest neketin.
Dewleta Tirk hema bêje her rojê li dijî jîngehên sivîlan û Herêmên Parastinê yên Medyayê yên dibin kontrola gerîlyan de bombebaran dike. Di êrîşan de bi taybet jîngehên sivîlan tên hedef kirin û di salên dawî de gelek sivîl di êrîşan de hatin kuştin.