Desteya Giştî ya KNK’ê: Divê gelê Kurd fersenda zêrin ji dest bernedin

Di 18’emîn Civîna Desteya  Giştî ya KNK’ê de girîngiya yekîtiya gelê Kurd hate destnîşankirin û hate gotin ku tenê bi ne beşdarbûna 1-2 partiyan lidarnexistina Kongreya Netewî şaş e.

18’emîn Civata Desteya Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di roja 2’an de li bajarê Baarlo yê Hollandayê didome. Hevserokên KNK’ê , endam û edamên desteya rêveberiyê, nûnerên partî û rêxistinan ên ji çar parçeyên Kurdistanê beşdarî civînê bûne. Di civînê de têkildarî çareseriyên krîza li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê gotubêj hatin kirin.

Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç axivî û got êrîşên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd didomin û wiha pê de çû;

“Li dijî van êrîşan gelê Kurd ê li Ewropa dijîn divê rol bileyzin. Li Ewropayê zêdetirî 3 mîlyon Kurd dijîn. Divê li Kurdistanê ku niha 3’emîn Şerê Cîhanê tê kirin li dijî êrîşan hê bêhtir li Ewropayê çalakî û dîplomasiyê xurtir bikin.”

Koç bal kişand  ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got; “Divê azadiya Ocalan ne tenê weke azadiya şexsekê were dîtin divê weke azadiya gelê Kurd û Kurdistanê were hizrandin.  Ji bo azadiya Ocalan wê 9’ê Mijdarê li pêşiya Komîteya Pêşîlêgiritna Êşkenceyê (CPT) çalakî were kirin û divê hemû partî û saziyên Kurdistanê beşdarî çalakiyê bibin.”

DIVÊ PARTÎ JI BO AZADIYA KURDISTANÊ TÊBIKOŞIN

Partiya Îslamî ya Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Kurdên Anatolya Navîn, nûnerên Êzidî û Suryan qala girîngiya Kongreya Netewî kirin. Di axaftinan de hate gotin ku gelê Kurd di sedsala 21’an de fersendekî  zêrin bi dest xistine, divê hemû partiyên Kurdistanê berjewendiyên gelê Kurd bihizirin û ji bo azadiya Kurdistanê têbikoşin.

Di axaftinan de hate gotin ku sekna parçebûyî gelek zirar dide gelê Kurd û ger gelê Kurd di nava xwede aştiyê pêk neîne azad nabe. Hevparên Desteya Giştî ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî bang li PKK, PDK, YNK û partiyên din ên Kurdistanê kir. Tenê nebeşdarbûna 1-2 partiyan ne lidarxisitna Kongreya Netewî gelek şaş e.