'Pêngava Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz' a HPG'ê bi dawî bû

Yek ji Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Amed Malazgirt got Pêngava Şoreşger a Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz bi sserkeftî bi encam bûye.

Yek ji Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Amed Malazgrit 24'ê Cotmehê bi bêtêlê bi Hêzên Qada Zagrosê ya HPG'ê re axivî û ragihand, Pêngav Ş. Agirî û Ş. Pîroz gihaştiye armanca xwe û pêngavê bi serkeftî bi dawî dikin.

''AKP RÊGEZÊN ŞER NAS NAKE'

Malazgirt di muhabereya bêtêlê de ku Fermandarên Qada Zagrosê û hemû yekîneyên gerîla hazir bûn, nirxandin kir, bal kişande wê ku AKP ti rêgezê şer nas nake, serî li rê û rêbazên derî exlaq dide û bi van polîtîkayên gemarî yên şer dixwaze bigihije encamê.

Malazgirt got, ''Di serî de bi berxwedaniya mezin a rûmetê ya Rêbertiya me, bi helwesta birûmeta a gelê me ku serê xwe natewîne û bi berxwedana hevalên me yên li zindana ku li dijî polîtîkayên dijmin a teslîmkirinê li ber xwe didin polîtîkaya dijmin a teslîmgirtinê û pirnisandinê hatiye pûçkirin.''

Malazagirt got dewleta Tirk bi gotina, ''heta biharî em ê biqedînin; em ê bînin rewşeke ku nikaribin çalakiyê bikin'' li dijî gerîla konsepteke berfireh a êrîşê xwestine pêk bînin û berxwedaniya gerîla ya li dijî vê konseptê nirxannd.

Malazgirt got di serî de gerîlayên Bakur, berxwedaniya gerîla ya li Botan, Amed, Behraş Reş, Amanosê, Dersim û Serhedê ev konsepta êrîşê pûç kiriye.

Malazagirt diyar kir ku payiza 2017'an li Zagrosan li dijî hêzên gerîla artêşa TC'ê êrîşeke berfireh daye destpêkirin, li dijî Başûrê Kurdistanê tevgera dagirker daye destpêkirin û bi vê dixwaze Başûr Kurdistanê tevlî nav xaka xwe bike.

'PÊNGAVA ME ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK PÛÇ KIRIYE'

Malazgirt got li dijî vê konsepta artêşa TC'ê Hêzên Qada Zagrosê 9'ê Gulana 2018'an Pêngava Şoreşger a Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz dane destpêkirin û domand:

''Li dijî hemû êrîşên artêşa TC'ê ya faşîst hêzên me bi wêrekiyeke mezin û bi fedakariyê li ber xwe dane, li Zap, Cîlo, Avaşîn, Xakurkê hema hema li  her deverê çalakiyên karîger û serkeftî kirine. Li mintiqeya Bradostê li Lêlikan, Evdilkovî, Elîdirêj û li eliyê Reşaalanê, li mintiqeya Barzanê li Tepê Xwedê, li Şemîzanê li Govendê, Basya û Elîşêr, li Esendere û herêma Geverê, li xeta rê ya Colemêrg- Çelê û Geverê, li Cîlo, Çarçella, Geliyê Doskî, li qadê Ş. Fîkret û Herkiyê, li Koordîne, Xeregol û qadên Ertûşê hêzên me yên qadê bi fedakrû wêrekiyeke mezin bi çarçoweya tatkîkên dewlemend ên gerîla, bi çalakiyên xwe hemû êrîşên dijmin şikandine.''

'395 ÇALAKÎ HATIN KIRIN, 1.149 DAGIRKER HATIN KUŞTIN'

Malazgîrt bîlançoya şer ragihand, diyar kir ku di vê pêvajoyê de 395 çalakî hatine kirin, di van çalakiyan de 1149 leşerkên Tirk hatine kuştin. Malazgîrt her wiha got di vê pêvajoyê de 32 wesayitên zirxî hatine rûxandin û gerîlayan dest li ser gelek teçhîzatên leşkerî jî danîne.

''ÇALAKIYÊN 22'YÊ COTMEHÊ BÛ GOPÎTKA PÊNGAVÊ'

Malazgirt got Pêngava Şoreşger a Ş. Agirî û Ş. Pîroz ku 5 mehan bi serketî dom kir, armanca TC'yê ya dagirkirina Başûrê Kurdistanê pûç kiriye, 22'yê Cotmehê bi çalakiyên serkeftî yên bi ser Lêlikanê ya Sidekanê û Girê Koordîne bi encam bûye.

Malazgirt pîrozbahiyeke taybet da yekîneyên gerîla ku ev çalakî kirine, diyar kir ku pêngav bi rengekî serkeftî gihaştiye encamê û ragihand wan Pêngava Şoreşger a Ş. Agirî û Ş. Pîroz bi dawî kirine.

''HÊZÊN YJA STARÊ Û HBDH'Ê PÎROZ DIKIM'

Malazgirt got hêzên YJA STAR'Ê bi fedekariyekê tevlê pêvajoya vê pêngavê bûne, bi çalakiyên resene yên hêzên YJA STAR'ê, di bêkêkirin dijmin de ya li xaka Başûrê Kurdistanê bi roleke mezin rabûne. Malazgirt ku di axaftina xwe de hemû hêzên YJA STARê yên Qada Zagrosê pîroz kirî, keda hêzên HBDH'yê ya di vê pêngavê de nirxand û got, di vê pêvajoya pêngavê de mînakeke serkeftî ya hevgirtina şoreşger a li dijî faşîzmê nîşan da.

GERÎLAYÊN KU ŞEHÎD BÛBÛN BI BÎR ANÎ

Amed Malazgirt gerîlayên ku di vê pêvajoya pêngava şoreşger de 'bi rihekî fedaî  li ber xwe dan' û şehîd bûn, weke 'şehîdên qehreman' bi nav kirn û got kana serkeftian vê pêvajoyê ne.

Malazgirt got, ''Di pêngavê de gelek gerîlayên qehreman şehîd bûne'' û domand, ''Rêveberên rasteqîn ên vê pêngavê şehîd in ku bi fedekariya mezin nehiştin ku dijmin bi pêş ve biçe.''

'PÊVAJOYA PÊŞ ME WÊ HESSTIR BE'

Amed Malazgirt ku di dema peş me de serdemeke giratir û germtir li pêş wan e û got divê hemû yekîneyên gerîla, bi çarçoweya hesasiyetên demê, li ser xeta serfiraziyaê ya Ocalan xwe ji bo serdema têkoşînê amade bikin.