Erdogan beriya hilbijartinê waliyê 39 bajaran guhert
Bi biryara Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan waliyê 39 bajaran guherî. Ji van jî 13 bajarên statuya bajarên mezin in.
Bi biryara Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan waliyê 39 bajaran guherî. Ji van jî 13 bajarên statuya bajarên mezin in.
Biryara Erdogan di Rojnameya Fermî de hate weşandin. Di biryarnameyê de ji bo 39 bajaran waliyên nû hatin tayîn kirin û waliyê 21 bajaran jî ji peywîrê hatin girtin.
39 bajarên ku waliyê wan hatin guhertin 13 bajarên statuya mezin e. Ev biryara Erdogan a beriya hilbijartinên 2019’ê balkêş e.
Bi biryarnameyê waliyê Stenbolê Vasip Şahin tayînî Enqereyê kirin. Waliyê Dîlokê Alî Yerlikaya jî tayînî Stenbolê kirin. Li gorî biryarnameyê peywira 21 waliyan jî ji deste wan hat girtin.