Li ser sînorê Rojhilat cenazeyê du ciwanên Kurd hatin dîtin

Di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de cenazeyê du ciwanên Kurd hatin dîtin. Rayedarên li herêmê diyar kirin ku ev ciwan ji aliyê rejîma Îranê hatine qetilkirin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, cenaze nêzî bajaroka Tewêle ya Helebçeyê, li seyrangeha Awêser hatiye dîtin a ku di nav sînorên Rojhilatê Kurdistanê ye.

Berdevkê Rêveberiya Polîsan ê Helepçeyê Berzan Osman ji Rojnewsê re axivî û diyar kir ku roja Şemiyê saet di 05.00’an de cenaze ji aliyê leşkerên sînor ên Iraqê hatine dîtin.

Osman got ku, “Cenaze 2 kîlometreyan li dûrî Tewêleyê hatine dîtin. Ev ciwan bi çekê hatine kuştin.  Piştî ku hêzên Îranê hatin agahdarkirin, cenaze hatin stendin û birin Paweyê. Ev ciwan ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin. Lêpirsîn hate destpêkirin lê ji ber ku ev bûyer di nav sînorên Îranê de ye, em nikarin xwe bigihînin agahiyan.”

Osman diyar kir ku ev ciwanû li ser nifûsa Serpêl Zehawê ne û ne kolber in