‘Polîsên Helebê’ yên Erdogan êşkenceyê dikin
Dewleta Tirk li herêmên ku dagir kiriye, ‘polîs’an peywirdar dike û ev ‘polîs’ êşkenceyê li kesên mirî dikin.
Dewleta Tirk li herêmên ku dagir kiriye, ‘polîs’an peywirdar dike û ev ‘polîs’ êşkenceyê li kesên mirî dikin.
Wêneyekî ku hatiye bidestxistin, êşkenceya li herêmên dagirkirî derdixe holê.
Cih û dema wêne ne diyar e. Li gorî texmînan an Efrîn e yan jî Îdlîb e. Di wêne de kesekî bi unîforma û kesên bi laserk hene. Li erdê jî cenazeyek heye. Nasnameya kesê ku hatiye kuştin û awayê kuştina wî nayê zanîn. Çar kesên bi unîforma hene û yek ji wan pê li cenaze kiriye.
Wesayîteke spî xuya dike ya ku li ser wê ‘Şîrta Hurra Halep’ hatiye nivîsandin ango ‘Polîsên Azad ên Helebê’. Ev kes komên çeteyan ên Erdogan in.
Rejîma Erdogan li herêmên ku dagir kiriye, sûcên şer dike. Têkildarî van sûcên şer gelek belge, şahid û rapor hene. Sûcên ku tên kirin ev in: qetlîam, înfaz, êşkence, talan,xesp, tecawiz, dizî, revandin, fîdye, tacîz. Ev sûc bi awayekî sîstematîk tê kirin.