Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş.

Îbrahîm Ayhan ê di partiya HDP’ê de ji bo du deman parlemeteriya Rihayê kir, ji ber kirîza dil jiyana xwe ji dest da.

 

Gerîlayên HPG’ê li Colemêrg, Îdir, Şirnex rêze çalakî kirin, 2 kesên li gel MÎT’ê jî kar dikirin hatin cezakirin.

 

Piştî şerê sêr rojan, gundê Baxoza Jor ji DAÎŞ’ê hate paqjjkirin.

 

Di qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê de ya ku jê re ‘şerê qedandina terorê’ tê gotin, QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawîn eşkere kir. Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku di şer de 31 çete hatine kuştin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çalakiyê 19’ê Îlonê yên li navçeya Cindirês û Şiyê yên Efrînê de 4 çeteyên Ehrar El-Şam û Lîwa El-Waqas hatine kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.

 

Bi tevlîbûna HAT Asayîş, YPG û YPJ’ê li dijî hucreyên çeteyên DAÎŞ’ê û artêşa Tirk ên li Kobanê çalakiyên bi bandor û hemwext hatin kirin. Di çalakiyê de bi dehan çete hatin girtin û rêjeyek çek hate desteserkirin.

 

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker gule li gundê Xirab Korik ê Qamişlo barand û zarokê bi navê Abdullah Berzan birîndar kir. Hate diyarkirin ku rewşa zarok giran e.