HPG: 6 leşker hatin kuştin, 2 sîxûr jî hatin cezakirin

Gerîlayên HPG’ê li Colemêrg, Îdir, Şirnex rêze çalakî kirin, 2 kesên li gel MÎT’ê jî kar dikirin hatin cezakirin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ve hate kirin li devera Lêlîkan a Başûrê Kurdistanê 2 leşker, li geliyekê yê Çelê jî 4 leşker hatin kuştin, 7 jî birîndar bûn. Li navçeya Qilaban a Şirnexê jî 2 kesên ‘Sîxûrê MÎT’ê’ jî hatin cezakirin.

LI LÊLÎKANÊ JI DU BASKAN VE ÇALAKÎ: 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan ev agahî da: “Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên me 19'ê Îlonê saet 10:30'an li Başûrê Kurdistanê, li Sidêkanê, li girê Lêlikan a herêma Brasotê çalakiyek dijî artêşa TC'ê ya dagirker kirin. Di çalakiyê de ku ji du baskan ve kozik û stargehên wan bûne hedef, 2 leşker hatin kuştin.

LI ÇELÊ QERQOLÊ HATE XISTIN

18'ê Îlonê saet 09.30'an hêzên me li gundê Aşûtê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî qereqola Çepera Şêxa çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de derb li kozik û stareyên qereqolê hate xistin, diyar nebû bê ka çend leşker hatin kuştin û birîndar bû. Piştî çalakiyê artêşa dagriker a TC'ê bi obûs û hawanan li qada derdorê xist.

4 LEŞKER HATIN KUŞTIN, 7 JÎ BIRÎNDAR BÛN

19'ê Îlonê saet 09.40'î hêzên me li Deştanê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê, li dijî artêşa TC'ê ya dagirker çalakiyek kirin. Di çalakiyê de bi serkeftî derb li kozikê dijmin ket, 4 leşker hatin kuştin û 7 jê birîndar bûn. Piştî çalakiyê hêzê dagriker bi obûs û hawanan li girê Stûna û derdora gundê Bêdehê dan. Piştî bombeyan li herêmê şewat derket û şewat hê jî didome.

LI ÎDIRÊ LI DIJÎ PANZERÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ

Li Eyaleta Serhedê bi çarçoveya Pêngava Serfiraziya Şoreşger hêzên me 19'ê Îlonê saet 08.30'an li qada Dîlucu ya Îdirê li dijî wesayîteke zirxî çalakiyeke sabotajê kirin. Di encamê de tanzêrê derb xwar, çend leşker hatin kuştin û birîndar bûn diyar nebû.

DU ‘SÎXÛR’ HATIN CEZAKIRIN

Kesayetên bi navê Ubeyid Adiyaman û Selman Adiyeman ên ev demeke li gel MÎT’ê kar idkin 17’ê Îlonê saet 11:00’an hêzên me li Kêla Memê ya girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê ceza kirine û wesayîteke amargo a van şewitandiye û îmha kirine. Tevî ku ev her du kesayet ji aliyê hêzên me ve bi dehê caran hatibûn hişyarkirin jî, hevkarî li gel MÎT’ê kirine û destê wan di şehîdkirina hevalên me de hene. 11’ê Tîrmeha 2018’an ev her du kes dam du hevrêyên me yên bi navê Argeş Tendurek (Soner Bozdag) û Simko Eylo (Îhsan Çalişkan) dema li herêma Kêla Memê ya girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê li ser erka xwe bûn li ser îxbara van kesan, şehîd bûne, dîsa hevrêyê me Mehmet Goyî (Kadrî Bayram) jî bi birîndarî dîl ketiye destê dijmin. Ti sûc û kiryarên li dijî gelê me û gerîla bê kirin wê bê bersiv nemîne.”