Îbrahîm Ayhan jiyana xwe ji dest da

Îbrahîm Ayhan ê di partiya HDP’ê de ji bo du deman parlemeteriya Rihayê kir, ji ber kirîza dil jiyana xwe ji dest da.

Îbrahîm Ayhan ê di nava HDP’ê de ji bo du deman parlemeriya HDP’ê ya Rihayê kir, jiyana xwe ji dest da.

Parlamenterê HDP'ê yê berê yê Rihayê Îbrahim Ayhan, li Bajarê Hewlerê yê Herêma Kurdistan a Federe şevê din saet di 01.00’an de krîza dil derbas kir.

Hevjîna Îbrahîm Ahyan Rezan Ayhan, agahî piştrast kir û diyar kir ku wê biçin Hewlerê cenaze wergirin. Ayhan, ani ziman ku wê cenaze li Rihayê defin bikin.

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan di serdema 24 û 25’an de wekîltiya Rihayê kiribû. Îbrahim Ayhan, di 5'ê Cotmeha 2010’an de ji doza KCK'ê hatibû girtin û di 3'ê Çileya 2014’an de hatibû berdan.