Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrad Karayilan got, eger dewleta Tirk hîn bêhtir bide nava xaka Başûrê Kurdistanê wê nema bi taktîka parastinê rabin, wê êdî bi hesabpirsîneke dîrokî Başûrê Kurdistanê li dewleta Tirk bikin dojeh.
Li dijî Sefaretxaneya Bilind a DYA'yê ya li Enqereyê ji aliyê kesên nenas ên çekdar ve êrîşek hate kirin. Ji ber êrîşê tiştek bi kesî nehat.
Endamê Konseya Rêveberiya a KCK'ê Riza Altûn destnîşan kir ku Îdlib ji bo Sûriyeyê cihê diyarker e û got, mîada têkiliyên qirêj ên navbera Tirkiye, Îran, Rûsya û rejîmê qediya ye.
Mistafa Mihemmed û malbata wî ku nema karîbûn xwe li zilma dewlet û çeteyên dewleta Tirk ên li Efrînê rabigirin, neçar ma cih û warê xwe biterikînin.
Çeteyekî koma Sûltan Mûrad a dewleta Tirk li navçeya Raco ya Efrînê bi çalakiya Xezeba Zeytûnê hate kuştin.