Li Hîndîstanê 22 hezar kes hatin rizgarkirin

Li eyaleta Kerala ya Hîndîstanê 22 hezar kesên ji ber lehiyê asê man hatin rizgarkirin.

Li eyaleta Kerala ya Hîndîstanê ji ber barana ku zêde bariya, ava li bendav û çeman bilind bû, rê û pir rûxiyan. Karê rizgarkirinê ji aliyê tîmên destwerdana li afetê, masîgirên li herêmê û tîmên leşkerî hatin kirin. Di encama vî akrî de 22 hezar kesên asê man bi rêya helîkopter û botan hatin rizgarkirin.

Li mirovên ku li herêmê asê mane malzemeyên alîkariyê hatin belavkirin û karê ji bo rizgarkirina wan dewam dike.

Serokwezîrê eyaleta Keralayê Pînaravî Vîjayan got, nêzî 800 hezar kesên ji ber baranê û lehiyê ji herêmê hatin derxistin li 5 hezar û 645 stargehan hatin bicihkirin.

Li gorî nûçeya Hîndîstan Tîmesê, ji ber karesata 8'ê Tebaxê li Kerala dest pê kir, nêzî 240 kes mirin. Ji meha Hezîranê dema destpêkirina barana mûsonê û vir ve jî 370 kes mirine.

Lehiya ku ji ber barana mûsonê rabû bandor li 12 ji 14 herêmên Keralayê kir. Av li hezaran xaniyan qewimî û xisar li zeviyên ji 32 hezar û 500 hektarî bû.

Ji ber barana mûsonê û rabûna lehiyê, li heft eyaletên Hîndîstanê ji destpêka salê û vir ve zêdeyî hezar kes mirine.