AKP li Kurdistanê daristanan dişewitîne

Rejîma AKP’ê bax, baxçe û daristanên Kurdistanê dişewitîne.

Rejîma AKP-MHP’ê di êrîşên xwe yên mêtinger de erdnîgariya Bakurê Kurdistanê dike hedef. Daristanên Kurdistanê yên ku bi operasyonên leşkerî bi qestî tên şewitandin, ji aliyê dewletê tefandina agir jî tê astengkirin. Gelek erd, bax û baxçeyên gel jî tên şewitandin û bi zêdebûna agiran de hewl tê dayîn ku mirov dev ji warên xwe berdin. Ekolojîst diyar dikin ku şewat ji ber şertên germahiyê pêk nehatine û bi qestî hatine kirin.

Rejîma AKP’ê ya ku ji bo şewata daristanan a li Yewnanistanê diyar dikir ku ‘ji bo alîkariyê em amade ne’ dema ku qala şewitandina daristanên Kurdistanê tê kirin qala amadenebûna helîkopteran dike.

AKP bi qestî daristanan dişewitîne û nahêle kes agir bitefîne. Waliyê Tûnceliyê Tûncay Sonel ji bo wêneyên şewata daristanan got, ‘Ev der ne bajarê me ye’. Hunermend Ferhat Tûnç jî ji cihê şewatê gelek wêne belav kir û walî derewîn derxist.

Şewar bandoreke neyînî li debara gundiyan jî dike. AKP ji bo ku gel mexdûr bike, bi karakterê xwe yê mêtinger her rêyê diceribîne.

ŞEWATÊN LI KURDISTANÊ

Di rojên dawîn de li van cihên Kurdistanê bi qestî agir bi daristanan hatiye xistin:

*Balefirên şer di 14’ê Tebaxê de Çiyayê Sincik ê Xozata Dersimê bomberdûman kir. Ji ber bomberdûmanê agir bi daristanê ket. Gel bi derfetên xwe hewl dide agir bitefîne lê şewat bi rojan e didome. Heta biha bi hezaran hektar qad şewitî.

*Di 16’ê Tebaxê de agir bi daristana gundên Sîvan, Doganli û Sûveren ên Dara Hênê ya Çewlikê ket ya ku ‘Herêma ewlehiyê ya taybet’ hatibû îlankirin. Ji xeynî gundiyan kesî agir netefand. Agir du roj in ku didome.

* Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê di 16’ê Tebaxê de li qada rokirina çopê ya şaredariyê şewat pêk hat û agir bi daristanê ket. Şewat 3 rojan domiya û 20 hektar qad şewitî.

*Li Çiyayên Cûdî û Gebarê yên Şirnexê artêşa Tirk ji serê Tîrmehê ve operasyonên leşkerî li dar dixe û ji ber operasyonê agir bi gelek cihan ket. Di vê şewatê de gelek erd û baxên tirî şewitîn û agir nehate tefandin.

*Li bejahiya gundê Gelejêr ê Elkê di 17’ê Tebaxê de ji aliyê ‘Tîma Mete’ ya ku yekîneyên tevgera taybet in agir bi daristanê hate xistin.

*Li bejahiya Taxa Unal a Pasûrê ya Amedê di 18’ê Tebaxê de agir bi qadê ket. Piştî mudaxeleya gundiyan û şaredariyê agir hate tefandin.